Xwestin avahîya NÇMyê vala bikin

Xwestin avahîya NÇMyê vala bikin

Xebatkarê NÇM’ê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) Ferît Elalmış, bertek nîşanî derxistina NÇM’ê ya ji avahîya wê ya 18 salan da û dîyar kir ku îhaleya qezenc kirine hatîye betalkirin û mijarê birine darazê. Elalmiş, xwest herkes piştgirî bide wan.

A+A-

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê avahîya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê ku 18 sal in lê xizmet dide, tê valakirin. Midurîyeta Weqfan, di sala 2019’an de li gel ku peywana wê hebû jî bêyî ku NÇM’ê agahdar bike, 3 caran derxistibû îhaleyê. NÇM piştî ku bi rêyên cuda ji îhaleyê agahdar dibe, her sê caran jî dikeve îhaleyê û 2 caran jî îhaleyê qezenc dike, lê îhale ji alîyê midurîyetê ve tê betalkirin. 

 

Xebatkarê navendê Ferît Elalmiş, dîyar kir ku îhaleya dawîn winda kirine û wiha got: “Midurîyeta Weqfan, berîya 4 mehan agahdarnameya valakirinê ji me re şand lê bi muzîsyenekî ku rayeya wî tuneye da îmzekirin. Mê îttîraza vê rewşê kir lê îro midurîyet dibêjê heke hûn avahîyê vala nekin dê zor bi kar bînin. Me gelek hevdîtin midur kir lê nêzî lihevkirinê nebû. Midur got ku avahîyê Şaredarîya Beyoglûyê dixwaze û dane Qaymeqamîya Beyoglûyê. Ji ber vê Qaymeqamî dixwaze demildest bê valakirin. Wê ji Şaredarîya Beyoglû re bê terxankirin.”

 

Elalmiş, destnîşan kir ku li avahîyê xebatên hunerî meşandine, li her quncikekî avahîyê keda wan heye û wê destûr nedin ku keda wan hêsan ji holê bê rakirin û ev agahî dan: “Berîya niha ji bo 49 salan kiribû lê midurîyetê ev betal kir û her sal bi rêya îhaleyê xwest avahîyê ji destê me derxe. Dema ku me îhaleyan qezenc kir vê carê jî îhaleyên me betal kirin. Niha jî dixwazin bi rêya qaymeqamîyê avahîya me radestî şaredarîya AKP’î bikin. Em ê niha arşîv û amûrên xwe yên pêwîst bigirin lê mijarên bibin darazê û doz vekin.” 

Elalmiş, bi van gotinan banga hestîyarîyê li raya giştî kir: “ Bi salan e em ne tenê çanda kurdî çanda dinyayê nîşan didin. Em li vê sazîya xwe ya xwedîyê vê peywirê derkevin û li bendê ne ku herkes bê ber avahîya NÇM’ê.”

 Qursîyerên NÇM’ê, nûnerên partîyên sîyasî û rêxistinên sivîl dest bi hatine ber NÇM’ê kirin. 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin