Lêkolîna navendeke Amerîkayê: Pêşmerge hevparekî girîng e û divê bibe xwediyê çekên giran

Lêkolîna navendeke Amerîkayê: Pêşmerge hevparekî girîng e û divê bibe xwediyê çekên giran

.

A+A-

 Li gorî lêkolîneke Peymangeha Rojhilata Navîn ku ofîsa wê ya sereke li Washingtonê ye, Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê li Rojhilata Navîn yek ji hevparên parastinê yên herî girîng ên Amerîkayê ne û hêjayî wê ne ku şiyanên wan bi çek û perwerdeyan werin bilindkirin.

Lê belê dabeşbûna partîtî bandorê li vê hêzê dike û rê li ber bipêşketina wê digire, di vê demê de herêmên hevpar û gavên yekxistina Pêşmergeyan bi pêş ketine lê dîsa jî bandora van faktoran heye.

Di lêkolînê de hatiye hotin: "Hêzên Pêşmergeyan ku baskê leşkerî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, li Rojhilata Navîn yek ji hevparên parastinê yên herî girîng ên Amerîkayê bûne ku pêwendiyên wan ên di warê ewlehiyê de vedigerin sala 1991ê. Lê belê dilsoziya Hêzên Pêşmergeyan bi tundî di navbera her du partiyên siyasî yên sereke yên Herêma Kurdistanê (Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê) de dabeş bûye; her alî fermandariya partîtî ya yekîneyên xwe diparêze û ev jî rêgir e li ber vê hêzê."

Ev lêkolîna bi navê "Artêşa Kurdistanê", bandoraq Pêşmergeyan dinirxîne, bi taybetî di tecrubeya şerê li dijî DAIŞê (2014-2017) û pevçûnên wan ên piş tre yên li gel artêşa Îraqê û "komên çekdar ên nêzîkî Îranê" de.

Li gorî lêkolînê: "Têgihiştineke baştir a li ser xalên bihêz û qels ên Pêşmergeyan" dê ji bo hevahengiya paşerojê ya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê bibe bingeh.

Di lêkolînê de hatiye gotin: "Tevî hinek têkçûnên berçav jî Pêşmergeyan bi awayekî giştî selmandiye ku ew hêzeke şerker a guncav û jêhatî ne û hevparekî pêbawer ê Amerîkayê ne. Di paşerojê de, divê Amerîka li ser bihêzkirina Pêşmergeyan kar bike da ku karibin sînorên Herêma Kurdistanê biparêzin, rê li ber hegemonyaya Îranê bigirin û şerê li dijî komên terorîst bidomînin."

Loma li gorî raporê: "Pêwîst e Amerîka ji bo pênasekirina Pêşmergeyan a wekî hêza sereke ya berpirsyar di parastina sînoran de fişarê bike. Divê ev hewldan dabînkirina çekên girantir û bipêşxistina parastina asmanî li xwe bigire."

Şertên Amerîkayê yên ji bo çaksazî û yekxistina fermandariyê

Di lêkolînê de behsa "şert û fişaran" a ji bo yekxistina Pêşmergeyan hatiye kirin û tê gotin: "Bipêşxistina pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê divê bi bipêşketineke rasteqîn a di çaksaziyên Pêşmergeyan û yekxistina fermandariyê ya di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de were girêdan, ne ku dabeşbûna di navbera PDK û YNKyê de. Tevî ku bi salan e behsa çaksaziyê tê kirin jî, Herêma Kurdistanê bipêşketineke kêm bi dest xistiye. Pêwendiyên kûr ên li gel Herêma Kurdistanê divê dilgiraniyên Tirkiye û hikûmeta Bexdayê jî li ber çavan bigirin. Eger Bexda hewandina komên çekdar û karkirina li dijî berjewendiyên Amerîkayê bi rêya Tehranê bidomîne, wê demê dê sedemên bihêzkirina Pêşmergeyan zêdetir bibin."

Li gorî lêkolînê: "Divê beşdariya zêdetir a Amerîkayê ya di çaksaziyan de bi rêya fişarkirinê be, ji bo diyarkirina pîle û postên leşkerî li ser bingeha jêhatîbûnê, ne li ser bingeha dilsoziya partîtî. Eger Pêşmerge bipêşketineke baş nîşan bidin, Amerîka dikare bi şandina rasterast a çekan wan xelat bike, di nav wan de: Dronên biçûk ên sîxuriyê, mûşekên antîtank, pergala parastina asmanî û zirxpoşên şerker. Her wiha piştî piştrastbûna sîstema bipêşxistina elektronîk, Amerîka dikare alîkariyên xwe yên darayî yên ji bo mûçeyê Pêşmergeyan nû bike."

Pêkhate û sazîbûna Pêşmergeyan

Di beşeke din a lêkolînê de behsa naverokên destûrî yên Îraqê yên li ser Pêşmergeyan hatiye kirin: "Destûra sala 2005an a Îraqê Herêma Kurdistanê û desthilatên wê nas kirin (Madeya 117an) û maf da wan ku xwediyê hêzên ewlehiya navxweyî yên wekî polîs û parêzvanên herêmê bin (Madeya 121ê). Her çend Serokê Herêma Kurdistanê fermandarê giştî be jî fermandariya hêzan hîn jî li ser Yekîneya 80yî (PDK) û Yekîneya 70yî (YNK) dabeş bûye. Biryar e heta Îlona 2026an ev hêz hemû bi Wezareta Pêşmergeyan ve werin girêdan."

Her di wê lêkolînê de behsa pêkhateya Pêşmergeyan hatiye kirin ku "li ser bingeha lîwayan hatiye rêkxistin û li ser 8 mîhweran hatiye dabeşkirin."

Di lêkolînê de li ser hejmara Pêşmergeyan jî hatiye gotin: "Texmînên li ser hejmara Pêşmergeyan ji hev cuda ne; hinek dibêjin di navbera 190 û 250 hezarî de ye û hinekên din jî dibêjin digihe 350 hezarî. Lê belê li gorî nirxandineke sala 2021ê, nêzîkî 56 hezar Pêşmergeyên ji bo şer amade hene."

Şerê li dijî DAIŞê: Ceribandina bandora Pêşmergeyan

Lêkolîn behsa bandora Pêşmergeyan a di şerê li dijî DAIŞê û kontrolkirina herêman de jî dike û tê de hatiye gotin: "Sala 2014an DAIŞê Mûsil kontrol kir û artêşa Îraqê rûxiya. Pêşmerge di destpêkê de ji bo şerekî ew qasî mezin û klasîk ne amade bûn û zêdetir wekî artêşeke parêzvan û xalên kontrolê tevdigeriyan. Tebaxa 2014an DAIŞê êrişî sînorên Herêma Kurdistanê kir; Şingal, Mexmûr, Giwêr û Celewla ketin destê DAIŞê. Sedema têkçûnên destpêkê nebûna çekên giran û otomobîlên zirxpoş bû ku rûbirûyî otomobîlên bombebarkirî yên DAIŞê bibin. Bi piştgiriya asmanî ya Amerîkayê, Pêşmergeyan dest bi êrişa berevajî kir."

Her di lêkolînê de hatiye gotin: "Sîrwan Barzanî Giwêr girt û hêzên Dijîterorê yên YNKyê beşdar bûn. Pêşmergeyan bi hevkariya PKK, YPG û hêzên Îraqê karîbû piraniya herêman û Bendava Mûsilê rizgar bikin."

Parastina eniyên pêş û qonaxa 2015 û 2016an

Lêkolîn behsa bipêşketin û şarezabûna Pêşmergeyan a di şerê li dijî DAIŞê de dike û dibêje: "Pêşmergeyan bi dirêjahiya 1050 kîlometreyan xeteke parastinê ya aram ava kir. Pêşmerge fêrî taktîkên nû bûn; çeperên betonî û xendek çêkirin û bi mûşekên Mîlan ên antîtank ku hevpeymanan dabûn wan, wan karîbû êrişên xwekujî yên DAIŞê rawestînin."

Rapor behsa wê yekê jî dike: "Gulana 2016an DAIŞê xeta li Tilsiqofê derbas kir û leşkerekî Hêzên Taybet ên Amerîkayê (Charlie Keating) hat kuştin lê Pêşmergeyan gelekî bi lez êrişeke berevajî kir û herêm paqij kir. Pêşmerge di vê demê de ji hêzeke partîzanî veguherî hêzeke jêhatî ya di şerê klasîk de."

Operasyona rizgarkirina Mûsilê

Her di wê lêkolînê de behsa rola Pêşmergeyan a di şerê Mûsilê de tê kirin û tê de hatiye gotin: "Di standina Mûsilê de roleke girîng a Pêşmergeyan a piştgiriyê hebu. Rêyên stratejîk ên bakur û rojhilatê Mûsilê girtin û bajarokê Başîqayê rizgar kir."

Birîndar û şehîdên Pêşmergeyan beşeke din a lêkolînê ye û tê de tê gotin: "Di vî şerî de Pêşmergeyan qurbaniyên zêde dan; heta dawiya şerê Mûsilê nêzîkî 2 hezar Pêşmergeyan şehîd bûn û 12 hezarên din jî birîndar bûn. Fermandarên leşkerî yên Amerîkayê, Pêşmerge wekî yek ji baştirîn hêzên Rojhilata Navîn wesif kirine."

Êrişa 16ê Çiriya Pêşîn a 2016an û vekişîna ji Kerkûkê

Li gorî lêkolînê: "Piştî referandûma serxwebûnê, artêşa Îraqê û Heşdî Şebiyê bi serperiştiya Îranê êriş kir. 16ê Çiriya Pêşîn piraniya hêzên YNKyê ji Kerkûkê vekişiyan û vê yekê wiha kir ku Pêşmerge piraniya wan herêmên ku sala 2014an girtibûn, ji dest bidin."

Behsa berxwedana Pirdê û Sihêlayê jî tê kirin di lêkolînê de û tê de hatiye gotin: "Tenê li Sihêla û Pirdê berxwedaneke dijwar hat kirin û Pêşmergeyan karîbû bi çekên antîtank rê li ber pêşveçûnan bigirin. Vê rûdanê qelsiya fermandariya duserî û partîtî nîşan da û bû sedema jidestdana baweriya di navbera aliyan de."

Nirxandina bandora leşkerî ya Pêşmergeyan

-          Giyanê cengaweriyê: Pêşmerge xwediyê giyanekî cengaweriyê yê bihêz in û nasnameya neteweyî sedemeke sereke ya berxwedêriya wan e.

-          Tevger û plandanîn: Pêşmerge li derveyî bajaran û li herêmên çiyayî gelekî jêhatî ne û fermandarên wan di plandanîna ji bo êrişên piralî de şareza ne.

-          Pêwendiya bi hevpeymanan re: Piştgiriya asmanî ya Amerîkayê (CJOC-E) û rahênan û perwerdeya hevpeymanan (KTCC) rola wan a çareserker hebû.

-          Dabeşbûna fermandariyê: Qelsiya herî mezin a Pêşmergeyan dabeşbûna siyasî ye ku di demên hestyar de bandoreke neyînî li ser fermandarî û kontrolê dike.

Pêşniyarên ji bo siyaseta Amerîkayê (li gorî lêkolînê)

-          Naskirina Pêşmergeyan wekî hêza fermî: Divê Amerîka Pêşmergeyan wekî hêza sereke ya parastina sînorên Herêma Kurdistanê bide naskirin.

-          Pirçekkirina bi çekên giran: Dabînkirina tankên Abrams, zirxpoşên Bradley û Stryker û pergala parastina asmanî (Avenger) û (HAWK) ji bo ku rûbirûyî mûşek û dronên Îranê bibin.

-          Şertdarkirina alîkariyan: Pêwîst e alîkariyên darayî tenê ji bo wan yekîneyan bin ku hatine yekxistin û sîstema bipêşketina elektronîk bi kar tînin. Amerîkayê mûçeyê Pêşmergeyan ê ku di sala 2023yan de 240 milyon dolar bû, di sala 2025an daxistiye 60 milyon dolarî û sala 2026an dê bibe sifir, loma divê ev yek wekî karteke fişarê ji bo çaksaziyê were bikaranîn.

-          Destwerdana di bilindkirina pîleyan de: Divê rola Amerîkayê di diyarkirina fermandaran de hebe da ku li ser bingeha jêhatîbûnê be ne ku partîtî.

-          Bipêşxistina Hêza Dijîterorê: Bihêzkirina pêwendiyên Hêzên Taybet ên Amerîkayê (SOF) li gel Dijîterora Herêma Kurdistanê.

-          Handana dahênanên navxweyî: Pêwîst e Herêma Kurdistanê were handan (were teşwîqkirin) da ku çekên sivik û teqemeniyan li navxwe hilberîne da ku kêmtir pişta xwe bi derve ve girê bide.

Di dawiya lêkolînê de ku wekî encam û kurte hatiye nivîsandin, hatiye gotin: "Pêşmergeyan selmandiye ku hevparekî bibandor in lê dabeşbûna siyasî rêgira herî mezin a li ber bipêşketina wan e. Eger çaksazî heta sala 2026an bi ser bikevin û fermandariyeke niştimanî ya yekgirtî pêk bê, Amerîka dikare hevpariya xwe bigihîne asteke bilindtir û Pêşmergeyan bike artêşeke serdemî ku karibin sînorên Herêma Kurdistanê li hemberî her gefa derve biparêzin."

Her li gorî lêkolînê: "Eger Bexda nêzîkbûna xwe ya li gel Tehranê bidomîne, wê demê pêgeha Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan dê ji bo Amerîkayê bibin vebijêrka yekem."

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin