
Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî ‘Peymana Mekeyê’ îmze kir
.
Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li bajarê Mekeyê peymana parastinê ya bi navê “Meke” îmze kir.
Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê li bajarê Mekeyê yê Erebistana Siûdî peymaneke parastinê ya hevbeş îmze kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Pakistanê, ev peyman armanc dike ku aramiya herêmî biparêze.
Êrişeke leşkerî ya li yek ji van 3 welatan dê wekî "êrişeke li her 3 welatan" were qebûlkirin.
Ev pêngav wekî guherîneke stratejîk a di ewlehiya herêmê de tê dîtin.
Armanca wê ya sereke xurtkirina kapasîteyên wan welatan ên parastinê ye.
Xala herî krîtîk a peymanê li ser bingeha "parastina kolektîf" hatiye avakirin.
Li gorî madeya 51ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî ku mafê parastina rewa dide dewletan; êrişeke çekdarî ya li Tirkiyeyê, Erebistana Siûdî yan jî Pakistanê, dê wekî êrişeke li ser her 3 dewletan were hesibandin û ew dê bi hev re bersivê bidinê.
Hat tekezkirin ku ev peyman ti welatan nake armanc lê armanc dike ku bi rêya hevahengiyê ewlehiya herêmî mîsoger bike.
Pîşesaziya parastinê û têkoşîna li dijî terorê
Peyman ne tenê di asta operasyonên leşkerî de, di warê pîşesaziya parastinê de jî girîng e.
Her 3 welat dê ji bo bipêşxistina şiyana xebata bi hev re ya yekîneyên xwe yên leşkerî gavan biavêjin.
Li gorî agahiyan ev hevkarî dê piştgiriyê bide stratejiya "Herêma Bêteror" ku rê li ber “bipêşketinên terorê” yên li Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr were girtin.
Ji bo Tirkiyeyê, ev peyman ne alternatîfa endamtiya NATOyê ye lê wekî temamkerê wê tê dîtin.
Tê pêşbînîkirin ku bi vê hevkariyê re ewlehiya rêyên bazirganiya deryayî ya cîhanî zêdetir bibe.
Hat diyarkirin ku ev yek dê bandoreke erênî li hinardekirin û dabînkirina enerjiyê ya Tirkiyeyê bike.
Her wiha hat destnîşankirin ku şandina leşkerên Tirkiyeyê ya herêmên krîzê ne bi awayekî otomatîk e.
Ev yek dê li gorî mekanîzmayên biryardanê yên neteweyî û sîstema destûrî ya Tirkiyeyê were birêxistin.
"Xeta biratiyê"
Di metna peymanê de hat gotin:
"Xeta biratiyê ya ku ji Anadoluyê heta Hîcazê, ji Îslamabadê heta Riyadê dirêj dibe, îradeya miletên ku di rojên dijwar de li cem hev radiwestin nîşan dide."
Hat destnîşankirin ku ev peyman ne tenê li ser berjewendiyan, li ser dîrok, bawerî û biratiyeke qedîm hatiye avakirin.
Peymana Mekeyê di demekê de hat îmzekirin ku li herêmê aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de û metirsiya belavbûna şer berdewam dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin