WHO: Alîkarîya welatîyên xwe bikin!

WHO: Alîkarîya welatîyên xwe bikin!

Serokê Rêxistina Tendirustîya Cihanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus aşkere kir gelek welatî hejar in, bê parastina aborî ne. Bang dikim, dewlet alîkarîya welatîyên xwe bikin!

A+A-

Navenda Nûçeyan - Doh roja pêncşemê 02.04.2020an Serokê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser twitterê destnîşanî  belavbûna vayrosa Koronayê li cihanê kir.

Herwiha Serokê Rêxistina Tendirustîya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesus liser bangewaza welatan bo hevwelatîyên xwe, ku li male bimîn in û dernekevin derve, dîyarkir, dewlet divê alîkarîya welatîyên xwe bikin!

JI ser hesabê xwe ya twitterê Tedros Adhanom Ghebreyesus nivîsî: “Gelek welatî hejar in, bê parastin a aborî ne. Bang dikim, dewlet alîkarîya welatîyên xwe bikin!”

Vayrusa Koronayê bi hêz û berfereh li cîhanê belav dibe. Dewlet rêgirîyan digrin ber, lê pêşîya belavbûnê wekî tê xwestin hîn jî pêk nehatîye. Heta niha li seranserî cihanê nêzîkî 100 hezar însan ji ber Koronayê mirine û nêzîkî 1 milyon însan jî tûşî wê nexweşîyê bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin