WHO: Ewrupa bûye jêdera sereke ya belavbûna vîrusa koronayê

WHO: Ewrupa bûye jêdera sereke ya belavbûna vîrusa koronayê

Rêvebirê Rêxistina Tenduristîya Cîhanê Tedros Adhanom Gebresus ragihand, Ewrupa bûye jêdera sereke û navenda belavbûna vîrusa Korona.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Tedros Adhanom Gebresus îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ezmûna Çîn û Koryaya Başûr dîyar kir ku karantîna kirin (ketina bin çavdêrîya tenduristî) dikare jîyana piranîya xelkê biparêze.

Herwiha got: Dezgehên tenduristîyê li welatên cîhanê amade ne pêşwazîyê li hejmareke mezin a berkeftîyên vîrusa Korona bikin.

Destnîşan kir, pêwîst e tewdîrên pêwîst bêne girtin û tevahîya bone û civînên giştî bên rawestandin û nexwe û berkeftîyên vîrusê bêne cuda kirin, ji bo rêgirî li belavbûna vê vîrusê bê kirin.

Rêxistina Tenduristîya Cîhanê, ji ber bilezbûna belavbûna vîrusa Korona, pêr roja 11 Adarê ew vîrus wek şewbekî cîhanî ragihand.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin