Wezîrê darayî: “Me li ser budça 2021 ê bi Kurdistanê re lihev kir”

Wezîrê darayî: “Me li ser budça 2021 ê bi Kurdistanê re lihev kir”

.

A+A-

 

Wezîrê darayî yê Iraqê Alî Allawî ragihand ku Bexda bi rêvebiriya herêma Kurdistanê re li ser budça sala 2021 ê lihev kirine.

Allawî ragihandina xwe di civîna çapemeniyê de li Berxdayê kir. Allawî got ku wê budçe di nava hefteyê de bişînin meclisê û weha dewam kir:


“Me bi rêvebiriya Herêma Kurdistanê re li ser budçeya sala 2021 ê lihev kir. Heyeta Kurdistanê hêj li Bexdayê ye. Li ser mijara cudahiyên sala 2020 an diaxifin.”


Wezîr Allawî ragihand ku dê di sala 2021 ê de ti tayînên xebatkaran bo dewletê çênebin û behsa budçe ya Kurdistanê ya sala 2021 ê ku dê ji sedî çend bigihê herêma Kurdistanê negot. Di budçe yê de reform hene.


Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî bi heyeta xwe ve bo mehaneyên memûrên Kurdistanê ji Bexdayê bistîne çend roje li Bexdayê ye. Dînar her diçe li hemberê dolarê Amerîkayê qiymeta xwe wenda dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin