
Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike
.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ew êrîşên bi drone û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê bi tundî şermezar dikin û destnîşan kir ku ev êrîş aramiya navçeyê dixe metirsiyê.
Nivîsgeha Wezareta Derve ya Amerîkayê îro 22ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê ragihand: "Hikûmeta Amerîkayê bi tundî wan bi sedan êrîşên ku di hefteyên dawî de ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve hatine kirin, şermezar dike." Herwiha diyar kir, ev êrîş ne tenê berjewendiyên Amerîkayê, lê belê rasterast xelkê sivîl û saziyên niştimanî yên Kurdistanê dikin armanc.
Di dxuyaniyê de hat gotin, amerîka bi tundî wan êrîşên komên çekdar ên girêdayî Îranê şermezar dike ku di hefteyên borî de hatine kirin. Nivîsgeha Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku ev êrîş ne tenê li dijî berjewendiyên Amerîkayê ne, lê bi awayekî rasterast sivîlan û saziyên niştimanî yên li Herêma Kurdistanê jî dikin armanc.
Ji destpêka rageşiya navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Herêma Kurdistanê bûye armanca sereke ya grûpên çekdar ên nêzîkî Tehranê. Li gorî amaran, zêdetirî 600 êrîşên bi mûşek û droneyan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin, di encama van êrîşan de jî 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 90 kes jî birîndar bûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin