Weşanên Lîsê 8 berhemên giranbiha li wêjeya Kurdî zêde kirin

Weşanên Lîsê 8 berhemên giranbiha li wêjeya Kurdî zêde kirin

.

A+A-

Weşanxaneya Lîsê 8 pirtûkên giranbiha yên Kurdî çap kirin.

Ev berhemên nû li wêjeya Kurdî hatin zêdekirin û niha li ber destê xwîneran in.

Di nav van berheman de ji romanê bigire heta dîwan, helbest, rexne û çîrokan gelek cureyên wêjeyî hene.

Berhemên klasîk ên wekî Dîwana Feqiyê Teyran, Mem û Zîna Mele Mehmûdê Bazîdî û Hevalê Çak a Osman Sebrî jî di nava vê xebatê de cih digirin.

Berhemeke bêhempa: Dîwana Feqiyê Teyran

Yek ji berhemên herî girîng ên vê xebatê Dîwana Feqiyê Teyran e. Ev dîwana klasîk ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatiye amadekirin.

Edîtoriya pirtûkê Kawa Nemir kiriye û Dewlet Elî jî berhem ji tîpên Erebî veguhastiye tîpên Latînî. Pirtûk ji 608 rûpelan pêk tê.

Lêkolîner Seîd Dêreşî zêdetirî 10 salan li ser vê dîwanê xebitiye û xwe gihandiye zêdetirî 80 destxetan.

Ev berhema kamil dê valahiyeke mezin a di vî warî de dagire û çewtiyên li ser berhemên Feqiyê Teyran ji holê rake.

Di pirtûkê de ferhengeke berfireh, 2409 têbînî û lîsteya jêderan jî hene.

 

Bergê Dîwannê / Wêne: Weşanên Lîsê

Mem û Zîn bi pexşanî

Berhemeke din a klasîk Mem û Zîn e. Lê ev Mem û Zîn ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve bi awayekî pexşanî hatiye nivîsandin.

Mele Mehmûdê Bazîdî di bin bandora Ehmedê Xanî de maye.

Wî berhema nemir a Xanî di qalibekî nû yê pexşanî de ro kiriye.

Ev pirtûk 80 rûpel e û bi zimanekî efsûnî xwîneran dibe nava deryaya Kurdî.

 

Bergê pirtûka Mem û Zîn / Wêne: Weşanên Lîsê

Ji pênûsa Osman Sebrî: Hevalê Çak

Pirtûka bi navê “Hevalê Çak” ji hemû berhemên nivîskarê Kurd ê mezin Osman Sebrî pêk tê. Pirtûk 284 rûpel e.

Osman Sebrî di vê berhema xwe de hinek çîrokên gelêrî ji nû ve nivîsandine.

Ew bi pênûseke tûj û rewan behsa dîroka Kurdistanê û babetên Kurdewar dike.

 

Bergê pirtûka Hevalê Çak / Wêne: Weşanên Lîsê

Romana ‘Gulistan û Şev’

Romana bi navê “Gulistan û Şev” ji aliyê Hesen Silêvanî ve hatiye nivîsandin. Roman 90 rûpel e.

Hesen Silêvanî di vê romana xwe de behsa şerekî qirêj dike.

Her wiha bi hevokên kurt û watedar derûniya wan Kurdan radixe ber çavan ku ji "dijminê" xwe re leşkeriyê dikin.

 

Bergê pirtûka Gulistan û Şev / Wêne: Weşanên Lîsê

Helbestên nûjen: Ekomonolog û Zaremya

Dîlber Hêmayê pirtûka helbestan a bi navê “Ekomonolog”ê nivîsiye. Ev pirtûk ji 64 rûpelan pêk tê.

Helbestên wê behsa şerê xwezayê û polîtîkayên cîhanê dikin. Jiyan bi xwezayê dest pê kiriye û dê bi xwezayê jî biqede.

 

Bergê pirtûka Ekomologê / Wêne: Weşanên Lîsê

Pirtûka din a helbestan jî “Zaremya” ye. Zaremya pirtûka çaremîn a Îrfan Amîda ye. Ev pirtûk jî 64 rûpel e û tenê ji helbestekê pêk tê.

Zaremya di mîtolojiya Aryanan de jin, jiyan, êş û ji nû ve jidayikbûnê temsîl dike.

 

Bergê pirtûka Zaremyayê / Wêne: Weşanên Lîsê

Berhemên rexneyî yên Dilawer Zeraq

Nivîskar Dilawer Zeraq bi du pirtûkên rexneyî tevlî vê xebata Lîsê bûye. Pirtûka wî ya yekem “Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De” ye.

Ev berhema wêjeyî û rexneyî 226 rûpel e û wekî teza masterê hatiye amadekirin.

 

Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De / Wêne: Weşanên Lîsê

Pirtûka din a Dilawer Zeraq jî “Rajena Kurdî” ye. Ev pirtûk ji 120 rûpelan pêk tê.

Zeraq di van nivîsan de bi nêrîneke sosyolojîk û psîkanalîtîk li ziman û wêjeya Kurdî hûr dibe.

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin