Weşanên Avestayê ‘Feyli Kürtler’ çap kir

Weşanên Avestayê ‘Feyli Kürtler’ çap kir

.

A+A-

Weşanên Avestayê kitêba Prof. Dr. Kadri Yıldırım, Feyli Kürtler (Kurdên Feylî) çap kir û belav kir.

Kadri Yıldırım berî wefata xwe ev kitêb nivîsîye ku paşî ji alîyê kurê wî Abdurrahman Yıldırım ve bo çapê hatîye amadekirin.

Li gorî danasîna kitêbê, ev kitêb yek ji wan xebatan e ku derbarê Kurdên Feylî da agahîyên berfireh dihewîne. Ev kitêb ji kitêbên din yên vê qadê cuda ye. Yek ji taybetmendîyên wê yên giring ew e ku kitêb li ser binekoka Feylîyan, ziman, dîrok, coxrafya, sîyaset, çand û edebîyatê naverokeka berfireh û qewî dihewîne.

Nivîsara Berhemê:

Yej ji şaxên kurdan Feylî li herêmeka berfireh dijîn ku li Iraqê li seranserê Çemê Firatê, li bakur di navbera Xaneqîn û li başûr heta Basrayê berfireh e. Têgehiştina sîyasî ya Feylîyan di serdemeka zû da, di sedsala 3yan ya Hîcrî da xwe dide der ku wan li rojhelatê Îranê mîrektî û hikûmetên bihêz ava kirine. Li Hewlêrê Muzafferî û li Silêmanîyê jî Mîrektîya Baban ji alîyê Feylîyan ve hatine avakirin. Kurdên Îranê derveyî farisan û kurdên Iraqê jî derveyî ereban mîrektî û hikûmetên xweser avakirine lêbelê di nav kurdên Feylî da têgehiştina sîyasî û qewmî zêde pêş ve neçûye ku ew dûrî herêmên kurdan jîyane û têkilîya wan ligel ereban hebûye. Lê ligel vê yekê jî, di dîrokê da, hem li Îranê hem jî li Iraqê wan karîne lîteratureka zengîn ya çandî û sîyasî ava bikin. Aniha jî gelek kurdên Feylî, li welatên navborî di gelek xebatên civata sîvîl û sîyasî da roleka aktîf digêrin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin