
Welatperwerê Kurd Yûsûf Andiç bi girseyî hate oxirkirin
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û gelek rêveber û endamên PAKê jî beşdarî merasîma cenazeya rehmetî Yûsûf Andîç bûn.
Welatperwerê Kurd Yûsûf Andiç roja 14.07.2017an li Gundê xwe yê li ser Çêrmûk a Dîyarbekirê bi awayekî girseyî hate binax kirin.
Ji Kurdistanê, Tirkîyeyê û ji Ewrûpayê gelek nûnerên partîyên Kurdan, sîyasetmedar, rewşenbîr û heval û hogirên Yûsûf Andîç, li gel malbata wî beşdarî merasîma cenazeyê bûn.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û gelek rêveber û endamên PAKê jî beşdarî merasîma cenazeya rehmetî Yûsûf Andîç bûn.
Piştî xwendina telqîna olî, sîyesetmedarê Kurd Îbrahîm Guçlu di derbarê jiyan û xebata Yûsûf Andiç ya di doza azadî û rizgarîya Kurdistanê de axftinek kurt kir.
Welatperwerê Kurd, Yûsûf Andiç kadirekî sereke yê Rizgarî û Ala Rizgarî yê bû û di roja 12.07.2017an ji ber nexweşîya xwe çûbû ber dilovanîya xwedê.
Şîna Yûsûf Andîç li Amedê li Mala Şînê ya Bîrsînîyan de berdewam e.
![6[1412].jpg 6[1412].jpg](https://www.rupelanu.com/d/other/6%5B1412%5D.jpg)
-001.jpg)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin