
Wan: Ji bo kurdî strîyan du zarok hatin desteserkirin!
Hevwelatîyên ku guhdarîya stranên wan kirine, bertek nîşanê polês dane.
A+A-
Li kolana herî qelebalix a ‘Cadeya Cumhurîyetê’ a bajarê Wanê ya bakurê Kurdistanê du zarokên ku bi elbanê stranên kurdî, stirîne ji alîyê polês ve hatine desteserkirin.
Li gor Dihaberê zarok 12 û 13 salî bûne û pereyên ku di dema striyan de berevkirine polis dest danîye ser wan. Hevwelatîyên ku guhdarîya stranên wan kirine, bertek nîşanê polês dane.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin