
Walîtiyên bajarê Wan û Êlîhê rê nedan konferansên Insiyatîfa Referandûmê
Walîtiyên bajarê Wan û Êlîhê rê nedan Înîsiyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê li van bajaran konferansên xwe saz bike.
A+A-
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê ragihand, walîtiyên Wan û Elihê, sazkirina konferansên Înîsiyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê qedexe kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, walîtîyên Wanê û Êlîhê “Rewşa Awarte” ya li Tirkiyê weke sedema van qedexeyan nîşan dane.
Buroya Çapemenî û Ragihandina PAKê ev biryar şermezar kir û diyar kir: “Rewşa Awarte tenê ne ji Kurd û Kurdistaniyên bakûr, lê ji Kurdistaniyên başûr jî ditirse. Lê ev tirs bê feyde ye.”
![van-valiligi-yasagi[1548].jpg van-valiligi-yasagi[1548].jpg](https://www.rupelanu.com/d/other/van-valiligi-yasagi%5B1548%5D.jpg)
![batman-valiligi-yasagi[1547].jpg batman-valiligi-yasagi[1547].jpg](https://www.rupelanu.com/d/other/batman-valiligi-yasagi%5B1547%5D.jpg)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin