Video/ Li Loristanê 6 kes hatin kuştin!

Video/ Li Loristanê 6 kes hatin kuştin!

Di xwepêşandanên vê êvarê yên li bajarê Dirûd ê ser bi parêzgeha Loristanê, 6 xwepêşander bi destê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.Xwepêşander, ev 4 roj in li qadê ne û daxwaza hilweşana hikûmetê dikin.

A+A-

Li Îranê, xwepêşandanên ku ji ber krîza aborî destpê bûbû dûvre xwe quluband daxwazên siyasî ên wek hilweşandina hikûmetê, kete roja 4emin û li tevahia Îranê belav bû.

Di xwepêşandanên vê êvarê de li bajarê Dirûd a ser bi parêzgeha Loristanê yê rojhilatê Kurdistanê, 6 hemwelatiyên kurd rasterast bi guleyên hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin.

Xwepêşandanên ku bi awayek aştiyane û bi aramî birêve diçû, li hember wê hêzên ewlehiyê bi çek û gazên rondikan êrîş kirin ser xwepêşandanan û li gor wêneyên geheştin dest BasNewsê şeş kes hatin kuştin û heta naha vê derbarê de hejmara birîndaran nayê zanîn.

Navên 4 kesên ji wan 6 kesan ku hatine kuştin waha ne: ‘’Hemze Leşinî, Muhsin Wîraysî, Mihemed Çubak û Husên Reşnû.’’

Her wiha doh bi şev liKirmanşanê jî xwepêşander li qadê bûn û di navbera wan û hêzên ewlehiyê yên îranê de pevçûn derket:

Li Kirmanşanê jî îro xwepêşandan dîsa destpê bûn:

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin