UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn

UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn

.

A+A-

Rêxistina Fonda Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di nav sala 2023yan de, nêzî 289 zarokan li ser rêya koçberiyê di Deryaya Spî de xeniqîne ku hejmara zarokên di rêya koçberiyê de mirina li gorî sala borî du qatan zêde bûye.

UNICEFê eşkere kir, 289 zarokên ligel malbatên xwe hewl dane ku bi rêya koçberiyê ji bakurê Afrîkayê ber bi Ewropayê ve biçin, li Deryaya Spî can dane.

Li gorî UNICEFê her hefte nêzî 11 zarok di koçberên mirî û winda de, hebûn.

UNICEFê diyar kiriye, ji Çileya 2023yan ve nêzî 11 hezar û 600 zarok gihîştine beravên Îtalyayê ku piraniya wan zarokan ji Afrîka û Rojhilata Navîn hatine.

UNICEFê daye xuyakirin, ji 2018an ve nêzî hezar û 500 zarok dema malbatên wan hewl dida Deryaya Spî derbas bikin, jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin