Trump ji Nexweşxaneya Walter Reed Derket

Trump ji Nexweşxaneya Walter Reed Derket

Serok Donald Trump ji Nexweşxaneya Leşkerî ya Walter Reed, ku jiber vîrusa korona ketibûyê, derket.

A+A-


Trump di derketinê de pirsên rojnamevanan nebersîvandin, lê bi destê nîşan da ku rewişa wî baş e û ‘’spas’’ got.

Ew, mask li ser rûyê wî ji nexweşxaneyê heta maşîneya ku ew dê bibira ber helîkopterê meşîya.

Pişte, Serok Trump bi helîkopterê derbazî Qesira Sipî bû.

Trump berî ji nexweşxaneyê derkeve ji Twitterê dîyar kir ku ewê vegere kempeyna hilbijartinê.

‘’Emê di demeke kin de vegerin kempeyna hilbijartinê. Nûçeyên derew bi tenê anketên derew raber dikin.’’ Trump nivîsî.

Doktorê Trump, Sean Conley jî rojnamevanan re gotibû ku dibe ku metirsîya bo Trump derbaz nebûbe, lê dabû zanîn ku ew dikare ji nexweşxaneyê derkeve.

Wî dîyar kiribû ku rewişa Trump di 24 saetên dawî de baştir bûye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin