Trump 10 roj dem da Rûsyayê

Trump 10 roj dem da Rûsyayê

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, ew ê 10 rojên din wek molet bide Rûsyayê, da ku şerê bi Ukraynayê re bi dawî bîne û ev dem ji roja Sêşemê ve dest pê dike.

Serokê Amerîkayê duh 30î Tîrmehê eşkere kir, wî ew mohleta ku berê wek 50 roj dabû Moskoyê, ji bo navbera 10 û 12 rojan kêm kiriye da ku ew dawî li şerê Ukraynayê were anîn.

Trump got: "Ji îro pê ve 10 roj." Herwiha amaje bi wê: "Piştre em ê bac û tiştên pêwîst ferz bikin." 

Trump di dewama axaftina xwe de got: "Ez nizanim gelo dê bandora vê yekê li ser Rûsyayê hebe an na. Dibe ku bandorê li wan bike û dibe ku neke jî."

Serokê Amerîkayê tekezî li ser wê yekê kir, Washîngton dixwaze di vê demê de ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê, bi Rûsyayê re lihev bike, lê di heman demê de ew di wê baweriyê de ye ku aliyê Rûsî "bi egereke mezin dixwaze şer bidomîne."

Trump herwiha da zanîn, wî derbarê vê mohletê û gefên cezayên nû de, ti bersivek ji hevtayê xwe yê Rûs Vladimir Putin wernegirtiye û got: "Min ti bersiv wernegirt, ev cihê şermê ye."

Dema ku ji Serokê Amerîkayê hat pirsîn ka gelo ew ji bandora cezayên zêde yên li ser Rûsyayê li ser bazara petrolê nîgeran e, wî bersiveke neyînî da û got, dibe Amerîka hilberîna xwe ya enerjiyê zêde bike.

Trump got jî: "Ez ji ber wê yekê ne nîgeran im. Li welatê me petrol gelek e. Em ê hilberînê hîn zêdetir bikin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin