Tom Barrack: Tirkiye vedigere bernameya F-35 û kêşeya S-400 tê çareserkirin

Tom Barrack: Tirkiye vedigere bernameya F-35 û kêşeya S-400 tê çareserkirin

.

A+A-

Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê Tom Barrack ragihand, Washington dixwaze bi rêya "hêzê" aştiyê li navçeyê pêk bîne û di vê çarçoveyê de Tirkiye hevparê wan ê sereke ye. Barrack her wiha diyar kir, vegera Tirkiyeyê bo bernameya firokeyên F-35an nêzîk e.

Tom Barrack îro 23ê Nîsanê di hevpeyvînekê bi kanala "Fox News" re destnîşan kir, rêveberiya Amerîkayê dixwaze Tirkiye vegere nava bernameya firokeyên şer ên F-35an. Barrack diyar kir, kêşeya sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 a Rûsî, dikare di nava çend mehên kêm de were çareserkirin.

Balyozê Amerîkayê çareserkirina vê kêşeyê bi pêwendiyên kesane yên bihêz ên di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve girê da.

Barrack aşkere kir, li gorî yasayên Amerîkayê, dikare karîgeriya sîstema S-400 a li Tirkiyeyê bi şêweyekî fermî were bidawîkirin, bi awayekî ku ti metirsiyê li ser teknolojiyên Amerîkayê çêneke. Li gorî balyoz, ev pêngav dê rê li ber vegera Tirkiyeyê bo projeyên serbazî yên hevpar veke û hejmona Rûsyayê ya li navçeyê kêm bike.

Derbarê kêşeya Îsraîl li Libnanê de, Tom Barrack diyar kir ku agirbesta niha "demkî û lawaz e" û bawerî di navbera aliyan de tune ye. Barrack got: "Armanca me ne jinavbirina Hizbullayê ye, lê belê divê rê li ber piştgiriyên Îranê bo wê rêxistinê were girtin."

Balyozê Amerîkayê herwiha tekez kir, Washington cudahiyê dixe navbera baskê siyasî yê Hizbullayê ku di nava hikûmet û parlamenê de ye û baskê wê yê serbazî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin