
Tom Barrack: HSD û Şam gelekî nêzikî rêkeftinê ne
.
Tom Barrack li ser dan û standinên HSD û Şamê got, "Em gelekî nêzîkî rêkeftinekê ne. Wan 10ê Adarê rêkeftinek îmze kiriye û vegeriyane ser rêkeftina 10ê Adarê."
Tom Barak her wiha da zanîn ku Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara dê vê mehê serdana Washingtonê bike.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê ye Tom Barrack li Diyaloga Menameyê ya li Behreynê axivî.
Tom Barrack ragihand ku stratejiya Serokê welatê wî Donald Trump a ji bo Rojhilata Navîn ew e ku divê bi "gavên wêrek" ji nû ve were sêwirandin.
Barrack diyar kir ku siyaseta nû ya Washingtonê hewl dide "bi ser dehsalên dîplomasiya zingarî de baz bide" û li şûna ku xwe bispêre "destwerdana Amerîkayê", tevgereke herêmî ava bike.
Barrack da zanîn ku îdareya Trump ji guherînên li Sûriyeyê kêfxweş e ku piştî rûxandina Beşar Esed, hikûmeteke nû bi serokatiya Ehmed Şer hat ser desthilatê.
Dîplomatê Amerîkî rola Tirkiyeyê ya di hêsankirina karên ji bo serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê de bilind nirxand û got, hevkariya Enqereyê "hişt ku hikûmeta Şer ava bibe."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barak dibêje ku Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara dê vê mehê serdana Washingtonê bike.
Barrack her wiha amaje bi hevahengiya berdewam a di navbera Tirkiye, Siûdî û Sûriyeyê de kir.
"Dan û standinên HSD û Şamê baş bi rê ve diçin"
Barrack rasterast behsa pirsa Kurd kir û nîgeraniyên Tirkiyeyê yên derbarê PKKyê de pejirand û ew wekî "pirsgirêka sereke" bi nav kir.
Wî ragihand ku gotûbêjên di navbera hikûmeta nû ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de "bi awayekî baş bi rê ve diçin" û tekez kir ku tevlîkirin û hembêzkirina pêkhateyên Kurd, Durzî û Mesîhî, kilîda aramiyê ye.
Barrack got, "Gotûbêjên bi HSDyê re û beşdarîpêkirina wan bi awayekî sosret baş bi rê ve diçin."
Barrack her wiha derbarê gotûbêjên HSD û Şamê de wî got:
"Em gelekî nêzîkî rêkeftinekê ne. Wan 10ê Adarê rêkeftinek îmze kiriye û vegeriyane ser rêkeftina 10ê Adarê."
Wî got, "Di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ti pirsgir û alozî nîne."
Li gorî Barrack, dibe ku Sûriye di demeke nêzîk de tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê bibe ku 88 welatên din tê de endam in.
Barrack her wiha diyar kir ku eger hevkariya herêmî berdewam bike, "dibe ku di paşerojeke nêzîk de em rêkeftineke bazirganiyê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bibînin."
Agirbesta Xezeyê
Derbarê Xezeyê de, Barrack pesnê dîplomasiya Tirkiyeyê da ku alîkarî di pêkanîna agirbesta dawî de kiriye û eşkere kir ku "agirbest bêyî Tirkiyeyê pêk nedihat."
Wî got, pêwendiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a bi Hemasê re, di qonaxa dawî ya dan û standinên agirbesta Xezeyê de alîkar bûye.
Barrack her wiha red kir ku Tirkiye û Îsraîl neçar bin rûbirûyî hev bibin û diyar kir ku aloziyên di navbera wan de "tenê gotin û daxuyanî ne."
Her wiha amaje pê kir ku hevkariya Tirkiye û Îsraîlê dê di dawiyê de "rêkeftineke bazirganî û hevpeymaniyeke nû ya herêmî" bi xwe re bîne.
Barrack got, "Tirkiye û Îsraîl nakevin şer. Tevger ber bi yekîtiya aborî ve ye."
"Libnan welatekî têkçûyî ye"
Barrackê ku xwe wekî kesekî bi eslê xwe Libnanî da nasîn, rexneyeke tund li siyaseta Libnanê girt û welatê xwe wekî "dewleteke têkçûyî" bi nav kir.
Wî got, serdestiya Hizbulahê saziyên hikûmetê û banka navendî ya welatê wî pûç kiriye û xelk neçar kiriye ku ji bo xizmetguzariyan pişta xwe bi wê koma çekdar ve girê bide.
Barrack got, "Libnan dewleteke têkçûyî ye. Yekane dewleta karîger Hizbulah e," û hêza wê komê ya 40 hezar kesî ya biprçek bi leşkerên kêmûçe û kêmçek ên artêşa Libnanê re da ber hev.
Barrack ji serkirdeyên Libnanê xwest ku dev ji "sîstema taîfî ya ji dema xwe borî" ya welat berdin.
Barrack di wê baweriyê de ye ku yekane rêya derketina Libnanê ji qeyranê, gotûbêja rasterast a bi Îsraîlê re ye û ragihand ku danûstandinên asayîkirina pêwendiyan, wekî mînaka Sûriyeyê, dikarin welat aram bikin.
Tom Barrack her wiha got, "Sîstema taîfî ji bîr bikin. Pêwîst e hûn ji Beyrûtê biçin Tel Evîvê û wê gotûbêjê bikin.
Di nava çar mehan de, hûn dikarin dawî li van hemûyan bînin."
Barrack hişyarî da ku Supaya Pasdaran a Îranê, li gel Hûsî û Hizbulahê, wekî "pirsgirêkên hevpar ji bo hemûyan" dimînin.
Wî tekez kir ku helwesta îdareya Trump ne li dijî gelê Îranê ye, lê belê li dijî "hinardekirina mîlîsgerî û terorê ji aliyê rejîmê ve ye."
Barack wiha pê de çû, "Dema Îran, Hûsî û Hizbulah dibêjin 'Mirin ji Îsraîlê re, Mirin ji Amerîkayê re', hûn nikarin li bendê bin ku ev îdare ji bilî dijeterorê girîngiyê bide tiştekî din."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin