
Tom Barrack: Divê herêm pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
.
Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku li cîhanê pergaleke nû ava dibe.
Tom Barrack got, "Êdî divê herêm pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ji rojnamegeran re axivî û pêşhatên li Sûriyeyê nirxandin û pêvajoya niha wekî "tecrubeyeke serkeftî" bi nav kir.
Tom Barrack anî ziman, "Mirovên li kolanan êdî ji bilî hêviyê hestên din hîs dikin."
Li gorî wî, ev yek nîşaneya herî girîng a guherîna li qadê ye.
Têgihiştina parastina leşkerî diguhere
Tom Barrack da zanîn ku nêzîkatiya Serokê Amerîkayê Donald Trump a "bi rêya hêz û serfiraziyê aştî" bibandor e.
Barrack bal kişand ser guherîna têgihiştina ewlehiya cîhanî û got:
"Dema pêwîst be em midaxele dikin lê pergala parastina leşkerî û ewlehiyê ya ku ji sala 1945an ve didome diguhere.
Divê her kes berpirsyariya xwe bigire ser xwe."
Barrack behsa herêma Siwêdayê ya Sûriyeyê kir ku nifûsa wê bi piranî Durzî ne û diyar kir ku xebata bi hev re ya vê herêmê ya bi cîranên xwe re derfeteke girîng e.
Barrack her wiha bal kişand ser rola Urdinê û got, "Urdinê ji bo çareserkirina pirsgirêkan nexşerêyek pêşkêşî me kir."
Agirbesta Îsraîl û Libnanê
Tom Barrack li ser agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Libnanê de jî nirxandin kirin û got ku ev pêvajo gelekî hestyar e.
Wî bi bîr anî ku peymana Çiriya Paşîn a 2024an rasterast di navbera aliyan de nehatiye kirin.
Barrack eşkere kir ku destwerdana Donald Trump alîkariya pêvajoyê kiriye.
Wî da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pêvajo "bi awayekî çalak bi rê ve biriye."
Li gorî Barrack, gavên hatine avêtin biçûk in lê dê bi demê re encaman bidin.
Nûnerê Amerîkayê destnîşan kir ku li herêmê pirsgirêka baweriyê heye û teqez kir ku Libnan naxwaze careke din bikeve nav şerekî navxwe yê dûvdirêj.
Barrack anî ziman ku ne mimkin e artêşa Libnanê Hizbulahê bi temamî ji holê rake.
Wî diyar kir ku hatina cem hev a Îsraîlî û Libnaniyan dikare bibe "derfeteke girîng."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin