Tirkiyeyê vekişîna hêzên xwe ya ji Serê Kaniyê û Girê Spî red kir

Tirkiyeyê vekişîna hêzên xwe ya ji Serê Kaniyê û Girê Spî red kir

.

A+A-

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku nûçeyên vekişîna artêşa wan a ji Serê Kaniyê û Girê Spî ne rast in û leşker li ser erka xwe ne.

Di rojên dawî de hatibû îdiakirin ku Artêşa Tirkiyeyê ji her du navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê vekişiyaye.

Çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê mijarê daxuyaniyek da ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê û ew îdia red kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Bêyî ku ti daxuyanî werin dayîn, nûçeyên bi vî rengî hatine belavkirin ku leşkerên Tirk ji herêma Operasyona Kaniya Aştiyê vekişiyane.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li herêma Kaniya Aştiyê li ser erka xwe ne. Di vê mijarê de ti guhetin çênebûne."

Berdevkê Komîteyê gotibû vekişiyane

Her çi qasî Wezareta Parastinê vekişînê red bike jî Berdevkê Komîteya Pêwendiyan a Serê Kaniyê Mihemed Cemîl beriya niha ji Rûdawê re ragihandibû ku li bajêr guhertinên mezin çêbûne.

Mihemed Cemîl diyar kiribû ku li Serê Kaniyê alayên Tirkiyeyê ji hemû saziyên hikûmetê hatine daxistin û deriyên sînorî radestî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatine kirin.

Her wiha wî gotibû ku hêzên Tirkiyeyê bi rêjeyeke zêde ji nav bajêr vekişiyane û tenê li du gundan xalên wan ên biçûk mane.

Tirkiyeyê Çiriya Pêşîn a 2019an bi piştgiriya komên çekdar di çarçoveya "Operasyona Kaniya Aştiyê" de êrişî Serê Kaniyê û Girê Spî kiribû û ew her du bajar dagir kiribûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin