Tirkiyeyê êrişî gundên Efrînê kir

Tirkiyeyê êrişî gundên Efrînê kir

.

A+A-

Tirkiyeyê û grûpên xwe yên çekdar êrişî çar gundên Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir.

Tirkiyeyê grûpên çekdar ên bi ser wê ve, îro gundên Medîwne, Dêrqaq, Xerabşe û Til Înabê yên qezaya Şehbayê ya Efrînê topbaran kirin.

 Heta niha li ser ziyanên êrişê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Tirkiyeyê doh jî gundê Dendeneyê yê Minbicê bombebaran kir û xisar gihand xaniyên sivîlan.

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê bi piştgiriya çekdarên mixalefeta Sûriyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurd vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin