Tirkiye di serlêdanên Schengenê de duyem e: Rêjeya redkirinê eşkere bû

Tirkiye di serlêdanên Schengenê de duyem e: Rêjeya redkirinê eşkere bû

.

A+A-

Amarên sala 2025an ên serlêdanên vîzeya Schengenê yên ji Tirkiyeyê ji bo welatên Ewropayê eşkere bûn.

Di lîsteya cîhanê de Tirkiye bi nêzîkî 1,27 milyon serlêdanan piştî Çînê di rêza duyem de ye.

Ji sedî 14,6ê serlêdanên welatiyên Tirkiyeyê hatine redkirin.

Li gorî amarên Komîsyona Ewropayê, welatiyên Tirkiyeyê herî zêde serî li Yunanistanê dane.

Piştî Yunanistanê, herî zêde serlêdan ji bo Almanyayê hatine kirin lê belê di nav wan welatên ku herî zêde serlêdan wergirtine de, Almanyayê herî zêde vîze red kirine.

Sala 2025an ji Tirkiyeyê 217 hezar û 627 kesan ji bo Schengenê serî li Almanyayê dane.

Almanyayê ji sedî 21,1ê van serlêdanan qebûl nekirine ku ev rêje ji navîniya giştî ya Tirkiyeyê (ji sedî 14,6) gelekî bilindtir e.

Piştî Almanyayê, di mijara redkirina vîzeyan de Danîmarka û Macaristan derdikevin pêş.

Danîmarkayê ji 44 hezar û 253 serlêdanan ji sedî 19,19ê wan red kirine.

Macaristanê jî ji 35 hezar û 605 serlêdanan ji sedî 18,14ê wan qebûl nekirine.

Li Fransa û Îtalyayê ku ji Tirkiyeyê zêde serlêdanan werdigirin, rêjeyên redkirinê wekî hev in.

Fransayê ji 143 hezar û 379 serlêdanan ji sedî 15,23ê wan red kirine.

Îtalyayê jî ji 79 hezar û 470 serlêdanan ji sedî 14,77ê wan qebûl nekirine.

Welatên ku herî kêm red dikin

Hinek welatên Ewropayê jî bi rêjeya kêm a redkirina vîzeyan balê dikişînin.

Holendayê ji sedî 9, Bulgaristanê ji sedî 10,1, Spanya û Romanyayê jî ji sedî 7,4ê serlêdanan red kirine.

Rêjeya herî kêm a redkirinê li Portugalê hatiye tomarkirin ku ji 3 hezar û 921 serlêdanan tenê ji sedî 3,5ê wan hatine redkirin.

Lê belê Portugal yek ji wan welatan e ku ji Tirkiyeyê herî kêm serlêdan wergirtine.

Li gorî van amaran, di serlêdanên vîzeya Schengenê yên ji Tirkiyeyê de rêjeya redkirinê ji welatekî ji bo welatekî din bi awayekî berbiçav diguhere.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin