Mîrza Akar

Mîrza Akar

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Tifaqa Kîjan Kurdên Bakurî?

A+A-

Mîrza Akar

Merheba Kek Huseyîn Akinci, Kek Şerefxan Cizîrî.

Hêvî dikim ku hûn baş bin.

Bi navê ‘’Tifaqa Kurdên Bakurî’’ we bangek li partîyên sîyasî û kesayetên kurd kirîye da ku li Bakurê Kurdistanê tifaqeke mayînde bê ava kirin.

Bixwîne: Tifaqa Kurdên Bakurî… - Hüseyin Akıncı

Spas ji bo vê banga we.

Hûn balê dikşînin ser xal û pêwîstîyeke esasî ya kurdên bakurî.

Tifaqa kurdan her di rojeva kurdan de ye; lê mixabin pêk jî nayê.

Hûn di banga xwe de, behsa pêwîstîya tifaqeke mayînde ya li Bakurê Kurdistanê dikin û  weha dibêjin: ’’Avakirina tifaqên netewî ji bona hemû Kurdan hilbet nirxekî gelekî payebilind e. Di doza netewî de wêneyên bi hevdû re moralê gelê Kurd her berz dike. Ji ber vê yekê jî divê em bi hevdû re Tifaqa Kurdên Bakurî bi lezgînî bihûnin’’.

Min nivîs du caran bi dîqet xwend.

Lê mixabin bi ya min xala herî girîng ya ku dê ev tifaqa neteweyî li ser çi prensîb û rêbazan pêk bên û kîjan alî mixatabê vê tifaqê ne, nehatîye destnîşan kirin.

Ezê behsa, kîjan partî bi hêz e, kî çima lawaz e nekim û bi ya min ev mijareke girîng e, lê mijara nivîseke taybet e. Ji xwe tifaqa neteweyî, tifaqa hemû pêkhateyên bihêz û lawaz yên neteweyî ne.

Ji bo mijara ‘’Tifaqa Kurdên Bakurî’’ hinekî zelaltir bibe, pirseke min heye: Gelo, DEM Partî, DBP û hinek partî û grûbên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên kurdan yên gotinên Abdullah Ocalan diparêzin, piştgirîya gotinên wî dikin jî wek pêkhate û beşek in ji ‘’Tifaqa Kurdên Bakurî’’? Herweha Abdûllah Ocalan jî bi wan gotinên xwe dikare bibe beşek ji Tifaqa Kurdên Bakurî?

Serokê PKKyê Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an bangek kir, paşê jî di 27ê Nîsana 2025an de teva nameyekê, nivîsek dirêj bi navê “Perspektîf ji bo Kongreya 12an“ şand 12emîn kongreya PKKyê. Dûre ev nivîs bi hinek guherandinan weke “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk“ di Rojnameya Serxwebûn ê ya PKKyê de hate weşandin.

Ez dixwazim hinek gotinên  Abdûllah Ocalanî yên ji van dokumentên ku min behs kirîye yekser bi we re parve bikim:

“Li Dersimê, Çewlîkê, Zagrosê kurd kavil û bermayîyê kulturî ye. Qebîleyên jihevketî, zimanekî bêfonksîyon, hûrikên terîqetan û şerên malbat û eşîran... Weke sergokî, civateke sergo, goristanek...“

“Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama  neteweperestîya tûnd in, nikarin ji sosyoloiya civaka dîrokî re bibin bersiv.“ 

“Netewe-dewlet ji kapîtalîzmê xizmet kirîye. Û ev model modelekî kapîlasît e. Sedemê hûrbûna me ya li ser îdeolojîya Sosyalîst û hewildana me ya ji bo demokratîzekirina wê ev e... Netew-dewlet weke karekterîstî desthilatperestî ye...

Netewe-dewlet li dijî sosyalîzmê ye, wê dejenere dike. Ji ber vê yekê, me hem fikir û remana netewe-dewletê û hem jî armanca wê serûbinî hevdû kir. Di şûna wê de, me got neteweya demokratîk.’’

‘’Çareserî bi civata komunal, di ntegrasyona pozitif, entegrasyona demokratîk, netewa demokratik, cimhûrîyeta demokratik, welatê hevbeş, hemwelatîya wekhev de ye’’.

“Perspektîfa Welatê Hevbeş, weke hîmên damezrîner yên gelên Kurd û Tirkan e; perspektîfa Komara Tirkîyeya Demokratîk û têgihîştina Neteweya Demokratîk, weke çarçeweya çareserîya pirsa Kurd e...“ .

 

‘’Malbatên ku dibêjin ez û ez; Barzanî, Bederxanî, heta hinek torinên Şêx Seîd, hinek torinên Seyid Riza bûnin Judenrat. Ji bo malbetên xwe xelas bikin, kurdayetîyê ber bi tunekirinê dibin’’.

 

‘’Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê, li dijî PKKyê, ji bo tune kirina PKKyê hate ava kirin’’.

Belê kek Huseyîn, kek Şerefxan. DEM Partî, DBP û hinek partî û grûbên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên kurdan van gotinên Abdullah Ocalan diparêzin, piştgirîya van gotinan dikin. Gelo DEM Partî, DBP û hinek partî û grûbên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên kurdan yên van gotinên Abdullah Ocalan diparêzin, piştgirîya van gotinan dikin jî wek pêkhate û beşek in ji ‘’Tifaqa Kurdên Bakurî’’? Û Abdûllah Ocalan jî bi van gotinên xwe dikare bibe beşek ji Tifaqa Kurdên Bakurî?

Gelo, HUDAPAR a ku dibêje ‘’Ez partîyeke îslamî, Tirkîyeyî me. Pirsa kurd dê bi hemwelatîya wekhev ve bê çareser kirin’’ jî dê bibe pêkhate û beşek ji ‘’Tifaqa Kurdên Bakurî’’?

Herweha ev ‘’Tifaqa kurdên bakurî’’ ya mayînde, dê li ser kîjan prensîbên esasî yên neteweyî, niştimanî bê ava kirin.

Ez bawer dikim ku, ji bo zelal kirina tifaqa neteweyî ya mayînde, divê bersîva van pirsa jî meriv li ser biaxive.

Silav û rêz.

06.12.2025

 

Önceki ve Sonraki Yazılar