Tevgera Gorranê bersiv da Tirkiyê

Tevgera Gorranê bersiv da Tirkiyê

Tevgera Goran bersiva Wezîrê Derveyê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da ku gotibû Goran piştevaniya PKKê dike. Goran diyar dike ku bi zelalî dibêjin ew piştevaniya Kurdên derveyî Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin.

A+A-

Tevgera Gorran bi daxuyaniyeke fermî ve bersiva Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da û ragihand ku helwesta Tirkiyê ya li hemberî Silêmaniyê pirsgirêkên li herêmê kûrtir dike.

 

Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) piştevaniya PKKê dikin û ew dê baca wê yekê bidin.

 

Goran di daxuyaniya bersivdayînê de dibêje ku wan ti caran veneşartiye ew piştevaniya Kurdên derveyî Başûrê Kurdistanê dikin ku mafê xwe yên netewî bidest bixin û herwiha serokê berê yê Goranê Newşîrwan Mistefa jî gelek caran piştevaniya piştevaniya partiyê bo Kurdên derveyî navçeyê aniye ziman.

 

Goran got ku ew di çarçoveya yasayên navnetewî de tevdigerin û radigihîne: “Tevgera me siyasî, sivîl û bê çek e. Em li dûrî tundiyê dixwazin bi rêyên aştiyanê pirsgirêk bêne çareserkirin.”

 

Goran herwiha Tirkiye tohmetbar dike ku ew bi daxuyniyên wî awayî pirsgirêk û aloziyan li herêmê kûrtir dike û dibêje:

 

“Hikûmeta Tirkiyê di pratîkê de û niha jî bi zimanê Çavuşoglu ve cudatiyê dixe navbera Hewlêr û Silêmaniyê de û rê nade geştên asmanî di navbera Silêmanî û Tirkiyê de pêk were. Ev yek jî bûye sedem ku ziyan bigihêje beşek zêde ya hemwelatiyên li herêmê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin