
Tehran di bin bombebaraneke dijwar de ye: 24 saetên herî dijwar ên dîroka Îranê
.
Di roja heştan a şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Komara Îslamî ya Îranê de Tehrana paytext di bin bomberaneke giran de ye.
Di nava 24 saetên dawî de bi dehan êrişên dijwar li dijî navenda siyasî û leşkerî ya Îranê hatin kirin.
Her çend dezgehên fermî yên Îranê amarên qurbaniyan û cihên hatine armanckirin eşkere nakin jî dîmenên ku welatiyan bi xwe belav kirine, pîvana wêraniyê nîşan didin.
Tehran û derdora wê
Ji sibeha şemiyê ve balafirên şer ên Îsraîlê bi berdewamî li ser asmanê Tehranê digerin.
Şeva şemiyê, li başûrê Tehranê kargeha neftê (Baqirşehr) û gelek cihên din ên li taxên Tehranser, Ceyhûn, Haşimî û Azadî bûn armanc.
Welatiyên Tehranê diiyar kir ku ji destpêka şer ve, ti carî wekî vê 24 saetê Tehran nehatiye bordûmankirin.
Ji sibeha îro ve, li Tehranê ev cihên stratejîk hatin bordûmankirin:
Baregehên hêza asmanî ya artêşa Îranê yên li nêzîkî Balafirgeha Mehrabadê.
Komelgehên pîşesaziya balafirgehan ên li Ekbatan û Îstîqlalê.
Baregeheke Besîcan a li ser cadeya Kaşanê û baregeha asmanî ya li taxa Kûhekê.
Navendên leşkerî û pîşesazî yên li navçeya Parçînê (li başûrê rojhilata Tehranê).
Gelek cihên din ên li taxên Merzderan, Şareka Rêhesin, Abşar, Qada Hur, cadeya Sepah û deverên din.
Li bajarên derdora Tehranê jî, fermandariyên Supaya Pasdaran ên li Pakdeşt, Weramîn, Qerçek û Îslamşehrê hatin hedefgirtin.
Êrişên berfireh li seranserê Îranê
Isfehan: Baregeha hêza asmanî ya artêşa Îranê û otomobîleke avêtina mûşekan hatin armancgirtin. Dengê teqînan li nêzîkî bajarê Netenzê (ku stasyonên atomî lê ne) hat bihîstin.
Bûşehr: Baregehên hêza deryayî ya Supaya Pasdaran ên li Bender Bûşehr û herêma Naybendê bi dron û mûşekan hatin armancgirtin.
Azerbeycana Rojhilat: Li derdora Tebrîzê êrişî cihên leşkerî hat kirin; depoya cebilxaneyê ya artêşê ya li Eceb Şêrê û fermandariya Supaya Pasdaran a li Melkanê hatin bordûmankirin.
Sîstan û Belûçistan: Baregeha leşkerî ya Îmam Elî ya li Çabeharê careke din hat bordûmankirin.
Gîlan û Reşt: Çar baregehên ewlehî û leşkerî yên li Rîzwanşehrê û du baregehên li Reştê hatin armancgirtin.
Parêzgehên din: Li Şîrazê sîstema parastina asmanî, li Qumê du baregehên leşkerî û li Yezdê jî baregeha "Tîpa El-Xedîr" hatin hedefgirtin.
Qedexeya wênegirtinê û hişyariya "teqînên duyem"
Polîsê Îranê bi rêya SMS-an xelk hişyar kiriye ku wênegirtina cihên êrişan "xiyaneta li dijî ewlekariya neteweyî" ye.
Desthilata dadweriyê belavkirina dîmenan qedexe kiriye.
Hêzên ewlehiyê hişyarî didin ku hin bombeyên ku li navçeyan dikevin, di "teqîna yekem" de zererê nadin lewra piştî çend saetan "bi teqîna duyem" diteqin.
Ev yek bûye sedema ku gelek welatiyên ku diçin cihên bombebarankirî, jiyana xwe ji dest bidin.
Peyamên nakok ên ji Tehranê
Sibeha şemiyê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku wan biryar daye êdî êrişî welatên cîran nekin.
Piştî wî, fermandariya hêzên çekdar û Serokê Desthilata Dadweriyê got "Em dê li hemberî her cihê ku ji wir ve êrişî me bibe, bersivê bidin."
Berdevkê Navebnda Xatem-ul Enbiya Îbrahîm Zulfiqarî jî gef li welatên herêmê xwar ku eger axa xwe ji bo êrişên li dijî Îranê bidin bikaranîn, ew dê baregehên li nav wan welatan bikin armanc.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin