Sûrî, milîtanên ASAyê yên wê teslîm bibin dê efû bike

Sûrî, milîtanên ASAyê yên wê teslîm bibin dê efû bike

Hat ragihandin ku dê hikûmeta Sûriyeyê milîtanên girêdayî komên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) yên xwe bi çek radestî artêşa Sûriyeyê bikin, efû bike.

A+A-

Li gor ragihandina ajansa fermî ya dewleta Sûriye SANAyê dê endamên ASAyê yên bi çekên xwe, xwe radest bikin di çarçoveya efûyê de werin nirxandin û bên efûkirin.

Herwiha hat eşkerekirin ku rêveberiya Şamê beriya niha jî 150 endamên ASAyê li Minbicê efû kirine.

Li gor nûçeya IzNewsê hatiye îdiakirin ku dê endamên ASAyê yên digel artêşa Tirkiyeyê beşdarî operasyona Efrînê dibin jî di çarçoveya efûyê de bên nirxandin û çekdarên ku bi çekên xwe teslîm bibin, dê ji yasaya efûyê sûde werbigirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin