Stockholm: Hêlîn Burkay dihê bibîranîn

Stockholm: Hêlîn Burkay dihê bibîranîn

Di 22.04.2017ê de li paytaxta Swêdê li Stockholmê li Egebygordê saet 12. 00 de heval, xizm û malbata Hêlîn Burkay ku ji aliyê motosiklêtvanekî ve hate kuştin bi xwepêşandanekê wê bi bîr tînin.

A+A-

Di 22.04.2014  li paytaxta Swêdê li Stockholmê li Egebygordê saet 12. 00 de heval, xizm û malbata Hêlîn Burkay ku ji aliyê motosiklêtvanekî ve hate kuştin bi xwepêşandanekê wê bi bîr tînin. 

Serê vê mehê motosiklêtekî li Hêlîn Burkay da û piştî 4 rojan wê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Vê şemiyê, ango sibê heval û xizmên Hêlîn Burkay ji bo wê bi bîr bînin û dengê xwe li dijî şideta li kolanan bilind bikin xwepêşandanekê nêzîkî cihê motosiklêt lê da li dar dixin.

Hêlîn Burkay weke doktor kar dikir. Roja bûyer qewimî ew ji ser kar diçû malê.

Kesê pê li Hêlîn Burkay kirî piştî bûyerê bêyî ku telefonî ambûlans an jî polîs bike wî ji cihê bûyerê baz da. Hevalê wî ku li pişt wî li ser motosiklêt siwarbûyî bû li cih mabû û giliyê wî kiribû.

Ajotinên bilez ên bi motosiklêtan kêşeyeke rojane ya herêmên weke Tensta û Kista ne. Piraniya caran kesên krîmînel erebe û motosiklêtan didizin û wan ji bo sûcên weke dizî û şelandinê bi kar tînin. Ew herwiha li ser rêyan ber bi mirovan diajon û henekên xwe bi wan dikin,

Motosiklêtê ku pê li Hêlîn Burkay kir jî hatibû dizîn û kesê ku ew diajot di bin tesîra narkotîkayê de bû.

Kesên vê xwepêşandanê li dar dixin dixwazin balê bikişînine ser kêşeya çeteyên ku kolanan bi ajotinên bilez dilewitînin. Hevala Hêlîn Naîle Aras ji ber ku tedbîrên baş nagirin rexneyan li polîs dike.

Hêjayî gotinê ye ku polîs piştî vê bûyerê bi daxuyaniyekê radigihîne ku kêşeya ajotinên bilez beşek ji nearamî û şideta rojane ye û jiholêrakirineke bitemamî ne nêzî rastiyê ye. Tê diyar kirin ku ew ê tedbîr û xebatên xwe yên li ser van bûyer bijidînin û heta ji destê wan tê van bûyeran kêm bikin.

Hêlîn Burkay keça siyasetmedarê kurd Kemal Burkay bû. Ew 50 salî bû û du keçên wê hebûn. Radyoya Swêdê beşa kurdi

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin