
Şirnex: Helikopterek Tirk ket; 13 rutbeyî mirin
Li gorî agahîyan di nav wan de yên rutbelî jî hene û yek ji wan tumgeneral Aydogan Aydin e
A+A-
Li gorî agahîya Fermandarîya Giştî ya Tirk di 31ê Gulanê saet 20.55ê de helikopterekê wan a tîpa AS 532 COUGAR li Şirnex/Şenobayê piştî rabûnê çend deqîqeyan ketîye û 13 leşkerên ku di helîkopterê de bûne jîyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahîyan di nav wan de yên rutbeyî jî hene û yek ji wan tumgeneral Aydogan Aydin e.
Herweha îro li herêma navçeya Licê ya bajarê Amedê di operasîyonan de 7 leşkerên Tirk ku berê 3 rojan birîndar bibûn ji wan3 leşker jîyana xwe ji dest dane.
Ev demeke dirêje ordîya Tirk li Kurdistanê operasyon dike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin