
'Şîdeta li hember jinan şermezar dikim'
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik, bi hilkefta 25ê Mijdarê 'roja têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan’ peyamek weşand.
A+A-
Di peyamê de ev hatin gotin:
"Şîdeta li hemberî jinan şerm û rûreşiyek e û tawaneke mirohiyê ye.
Roja 25ê Mijdarê, roja têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan e.Helbet ku ne bes vê rojê, her gav ez hemû şîdet û tund û tûjîyên fizîkî, cinsî, etnîkî, dînî, mezhebî, ekonomîk, civakî yên li hemberî jinan bi tundî şermezar dikim."
Serokê PAKê Mustafa Özçelik
25.11.2017

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin