Şêxmûs Dagtekîn bi fransizî helbest xwendin lê bi kurdî sitra

Şêxmûs Dagtekîn bi fransizî helbest xwendin lê bi kurdî sitra

.

A+A-

Di şeva Compagnie Résonances / Komeleya Dengvedanê ya li Parîsa 18ê de, helbestvanê zimanê fransizî yê esilkurd Şêxmûs Dagtekînê ku xwediyê gelek xelatên edebîye helbestên xwe bi fransizî, li ber dengê sentûra muzîsyen Farnaz Modarresifar xwendin û di dawiya bernameya xwe de jî weke dengbêjekî destê xwe da ber guhê xwe û bi kurdî sitranek got.

Koma Dengvedanê ji mehê carekê şevên xwendina helbestê li gel muzîka amûrekî muzîkê saz dike. Mêvanê şeva 26ê nîsanê ku saet di 20ê de dest pê kir helbestvan û romanivîs Şêxmûs Dagtekî û senturjen Farnaz Moderresîfar bûn.

Şêxmûs Dagtekîn ji gundê Harûn ê ser bi bajarê Semsûrê ye. Ew piştî xwendina rojnamevaniyê li Enqerayê, di 1987ê de hatiye Parîsê û hîn li wir dijî. Hete niha 12 pirtûkên wî yên helbestan bi giranî di nav weşanên Le Castor Astral de hatine çap kirin. Wî Xelata Mallarmé û Xelata Akademiya fransizî Théophile Gautier ji bo pirtûka xwe Juste un pont, sans feu, Xelata navneteweyî ya helbesta zimanê fransizî Yvan Goll ji bo pirtûka xwe Les chemins du nocturne, Xelata Benjamin Fondane ji bo Elegie pour ma mère, û ji bo romana xwe A la source, la nuit pleya taybetî ya Xelata Pênc Kişwerên Fransizîaxêv stendiye ku ev roman li tirkî û ingilîzî jî hatiye wergerandin û çap bûye. Berhevokeke wî ya helbestan bi navê Commencements li ber çapê ye, tekstên wî di gelek kovvar û antolojiyan de hatine belav kirin. Kovarên Phoenix û Décharge dosyayên taybetî li ser wî û xebatên wî belav kirine.

Berhevokeke helbestên wî bi navê Çaryek ezman ji aliyê Saşa Îlîç ve hatiye wergrandin û di nav weşanên Avestayê de hatiye çapkirin û Pesnê zimanê dayika min, ku bi kurdî nivîsiye li ber çapê ye.

Senturjen Farnaz Modarresifar, li Tehranê çêbûye, xwendina xwe li Conservatuwar û Zanîngeha Tehranê kiriye. Piştî ku tê Fransayê dersa sentûrê bi repertuwareke meqamên gelerî dide. Ji 2009ê virde meyla wê diçe ser muzîka hevdem û giraniya xwe dide afirandina muzîkê. Afirandinên wê di bin bandora miqamên farisî û teknîkên lîskê de ne. Miqamên hevdem yên heta niha belav nebûne jî diafirêne.

Hêjayî gotinê ye ku Komeleya Dengvedanê ji aliyê Naïma Taleb, rêvebera hunerî ku xanima şair û romanivîs Şêxmûs Dagtekîn e û wî bixwe ve tê birêvebirin.

Yaqûb Karademir

Rûpela Nû, Paris

1-419.jpg3-435.jpg4-344.jpg6-198.jpg

7-149.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin