Zimanzanên Kurd: Rakirina navên Kurdî, dijminahiya Kurdan e

Zimanzanên Kurd bi daxûyaniyekê gotin: Rakirina navên bajarvaniyan yên Kurdî, dijminahiya li hember Kurdan nişan dide.

Zimanzanên Kurd bi daxûyaniyekê gotin:" Rakirina navên bajarvanîyan yên Kurdî, dijminahiya li hember Kurdan nişan dide." 

Zimanzan Necmiye Alpay, Nûnerê Komeleya Vekolîna Kurd Eyyup Subaşi, Nivîskar û vekolîner Selîm Temo û hejmarek rewşenbîr, bi daxûyaniyekê, rakirina navên bajaran ên bi zimanê Kurdî  şermezar kirin.

Di daxûyaniyanê de gotin: Ev sîyaset, li hemberî zimanê Kurdî û gelê Kurd dijminahî ye.

Zimanzan û vekolineran dan zanîn: Bi milyonan Kurd zimanê xwe diaxifin û dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

Ew tê nagihin, ji bo propagandeya hilbijartinan AKP dibêje em bra ne, bi Kurdî çend gotinan dibêjin û qala azadiya Kurdî dikin. Lê ji aliyeke din ve, navên Kurdî yên bajaran radikin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?