‘Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê’ hat belavkirin

‘Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê’ hat belavkirin

Pirtûka “Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê” ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê hat belavkirin.

Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperetiyê ku bi xebateke lêkolînerî ya bîst salan a ji aliyê Ferhad Ebdulhemîd Palewan ve hatiye amadekirin, ji Weşanxenya Sîtavê der çû.

Pirtûk ji 634 rûpelan pêk tê û armanca nivîskar ew e ku ji bo ronîkirina mîrasên kurdî û Ola Zerdeştîyê ev berhem bibe deriyekî agahiyê.

Di nasîna pirtûkê de wiha hate nivîsandin:

“Mebest ji berhevkirin û nivîsandina vê mijarê ew e, ku neviyên nû yên neteweya me der barê kelepûrên herî girîng û kevnar ên neteweya xwe de xwediyê zanyariyên puxteyî û rast bin.

Ev agahî û zanîn, pişta xwe dide wan kesan, ku hestên wan ên neteweyî pirtir bin û hewl bidin û bitêkoşin ji bo pêşxistina neteweya xwe, da ku ji hemû cîhanê re biselimînin, ku ew zarokên layîq û jêhatî yên bav û bapîrên xwe ne, hewl bidin  sûdê ji ezmûna şaristaniya raborîya pêşiyên xwe wergirin û dersan ji wan serberjêriyan derxin. Bêguman ew zanist û felsefeya kevnar a bavanên me, bingeh û stûnên herî baş û herî bihêz in, ji bo qedera avahiya civaka me ya neteweyî. Em çiqasî wê bingehê bihêztir û qayîmtir bikin, siberoja me ronîtir û geştir dibe.

Berhema  Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê  der barê nijad û neteweya Zerdeşt, cih û war û dîroka  jidayîkbûna wî li ber ronîya belgeyên dîrokî  agahiyên berfereh radigihîne.

Ev berhem  bi awayekî berfereh  mijarên weke  binemala Zerdeşt û peyrewên wî,  wateya peyva zerdeşt, dîrok û serdema derketina Zerdeş,  fikir û nêrînên Zerdeşt, sedama nezanîna jidayîkbûna Zerdeşt, warê jidayîkbûn û kurteyek ji jiyana Zerdeşt, aramgeha Zerdeşt,  fikir û ramanên Zerdeşt,  nêrînên zanayan ên der barê Zerdeşt de,  felsefeya Ola Zerdeştî,  jiyan ji venêrîngeha Zerdeşt ve,  başî û xerabî, diyalektîka rewan û raman di baweriya zerdeşt de,  yekxwedaperestî û Ola Zerdeştî,  Ahûra Mezda, bandora Ola Zerdeştî li ser olên din ên yekxwedaperestî,  di Ola  Zerdeştiyê de firîşte, yezd,  pirtûka Avesta û şerha wê,  raborî û çîroka Avestayê,  der barê Ola Zerdeştıyê de zanyariyên giştî li xwe digre.

Ev behrema ku bi xebateke lêkolînerî ya bîst salan a ji aliyê Ferhad Ebdulhemîd Palewan ve hatiye amadekirin, ji bo ronîkirina mîrasên kurdî û Ola Zerdeştîyê gelek dewlemend e û ji bo her xwînerekî kurd  deriyekî agahiyê ye.

Bi kurtî ji bo ku mirov ji her hêlê ve Zerdeştiyê nas bike berhemeke bêhempa ye.”

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!