Zarokên Koçberên Efrînê Mezintirîn Tablo Çêkirin

Li herêma Şehbayê, zarokên koçberên Efrînê mezintirîn tablo li cîhanê çêkirin. Bêhtirî 2 hezar zarok di çêkirina tablo de, beşdar bûn.

Li herêma Şehbayê, zarokên koçberên Efrînê mezintirîn tablo li cîhanê çêkirin. Bêhtirî 2 hezar zarok di çêkirina tablo de, beşdar bûn. Bi riya wê tabloyê zarok dixwazin ji cîhanê re behsa êşa bajarê xwe, bêdengiya cîhanê û Efrîna xwe bikin.

Zarokên Efrînê yên ku tenê çend kîlometreyan dûr ji warê zaroktiya xwe li kampên navçeya Şehbayê koçber in, li ser vî cawê spî wekî dilên wan, rûyê reş ê cîhanê ku pişta xwe daye êş û azarên wan rengîn dikin.

Şêwekar Henîf Hemo ku serpereştyarê çalakiyê kir dibêje ku wan ev çalakî kiriye di heman rojê de ku zarokê Kurd Alan di deryayê de li ser rêya koçberiyê xeniqî bû.

Bi rengan zarok xewnên xwe li ser caw nîgar kirin ku ji bo wan xwena herî mezin û xweş jî her Efrîn e.

Di vê çalakiya ku bi hevbeşî di navbera ajansa Rûmaf û Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê de hatiye kirin, tabloyeke 500 metrî hatiye dirustkirin, ku li gor serperştyarên çalakiyê mezintirîn tablo ye li cîhanê.

Efrînê li ku derê bin û bi ku derê de herin, def û zirne wekî kelepûrê resen yên herêmê her li gel wan e. Yek ji armancên çalakiyê, alîkariya di warê derûnî de ye.

Weke çawa darên zeytûnê û kulîlkên deşt û çiyanên herêma Çiyayên Kurmênc li jêr rehma grûpên çekdar ne, wiha jî ew zarokên ji landikên xwenên wan dûrxistî li jêr rehma xerîbî û tenêtiyê jîbîrkirî ne.

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!