Yilmaz Guney 41 sal berê ji nav me bar kir

.

Di ser koça dawî ya sînemagerê Kurd Yilmaz Guney re 41 sal derbas bûn.

Lîstikvan, derhêner, senarîst, çêker û nivîskarê Kurd Yilmaz Guney berî 41 salan 9ê Îlona 1984an li Parîsa paytexta Fransayê koça dawî kir.

Yilmaz Guney bi nasnavê "Şahê Kirêt" jî dihat naskirin. 

Guney sala 1982yan di Festîvala Fîlman a Cannesê de bi fîlma xwe yê bi navê "Rê" xelata Palmiyeya Zêrîn wergirtibû.

Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney hem wekî senarîst û derhêner û hem jî wekî lîstikvan serkeftî bû.

Yilmaz Guney bi fîlmên xwe yên wekî "Yol-Rê", "Suru-Kerî" û "Umutsuzlar-Bêhêvî" tê zanîn.

Guney her wiha di 114 fîlman de lîstiye, derhêneriya 26 fîlman kiriye, 15 fîlm çêkirine û senaryoya 64 fîlman nivîsandiye.

Yilmaz Guney ango bi navê xwe yê rast Yilmaz Putun 1ê Nîsana 1937an li gundê Yenîceyê yê Edeneyê ji dayîk bû.

Ew bi eslê xwe ji malbateke Kurd a gundê Desmanê yê navçeya Siweregê ya Rihayê ye.

Wî ji ber xizaniyê dev ji xwendinê berda û wekî karker di sînemeyan de xebitî.

Yilmaz Guney 9ê Îlona 1984an, di 47 saliya xwe de li Parîsa paytexta Fransayê koça dawî kir.

Gora wî li beşa 62yem a Goristana Père Lachaiseyê ya Parîsê ye.

Axaftina Newrozê

Yilmaz Guney li Parîsê di bernameya Newroza sala 1984an de ve axaftineke bi bandor kiribû ku heta niha jî di hişê gelê Kurd de ye:

“Hevalno! Êş, zext, hejarî, xwîn û hêsir ne qedera gelê Kurd e.

Em vê qederê red dikin! Em vê qederê nas nakin!

Em naxwazin bibin zarokên welatekî mêtînger ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkin, em dixwazin bibin zarokên welatekî Kurd ê serbixwe, yekgirtî û azad ên Kurdistanê.

Em dixwazin li se axa xwe bi zimanê xwe stranên evîndarî û azadiyê bisitirînin.

Em dixwazin cîhana xwe, axa xwe bi destên xwe bistirin û û ji nû ve ava bikin.

Hevalno! Çayayên me, deştên me û çemên me li benda we ne.

Em naxwazin hemû jiyana xwe li xerîbiyê derbas bikin û stranên xerîbiyê bibêjin.

Em dixwazin li welatê xwe, di bin ala xwe de azad û serbixwe bijîn.

Armanca wan kesên ku îro li deverên cuda yên Kurdistanê, li çiya, deşt û zindanên faşîst, li dijî zilm û zordariya mêtîngeran şer dikin û dimirin ev e!

Em bîranîna kesên ku di şer de mirine û yên ku di vê rêyê de şehîd ketine di dilê xwe de û di têkoşîna xwe de zindî dihêlin.

Bila dost û dijmin bizanibe em dê bi ser kevin tekez em dê bi ser kevin.

Bijî Kurdistana Serbixwe, yekgirtî, demokratîk!”

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî