Yildiz Tilbe: Ez ji Seyîd Riza û Şêx Seîd hez dikim

.

Hunermend û stranbêj Yildiz Tilbe piştî bertekên li hemberî parvekirina wê ya derbarê Seyîd Riza û Şêx Seîd de, ragihand ku ew ji Seyîd Riza û Şêx Seîd û gelek ewliyayên din hez dike.

Yildiz Tilbe li ser hesabê xwe yê twitterê bi boneya salvegera îdamkirina rêberê kurdan Seyîd Riza wêneyê wî û yê Pêşeng û Rêberê serhildana 1925an a li Bakurê Kurdistanê Şêx Seîd  parve kir.

Tilbe jêr wêneyê herdu rêberê Kurdan nivîsand ku “bila rehma Xwedê li ser we be.” Piştî wê twittê hinek bikarhênerên medyaya civakî Yildiz Tilbe rexne kirin û ew weke “xayîna dewletê” pênase kir.

Yildiz Tilbe jî bersiva heqaretên li wê hatine kirin û got: “Ez in xayîna welat? Xayînên welat ew kesên ku tevahiya nirxên welat ên weke ziman, çand, ol, milet, kesan, dar û beran xayîn dibînin. Ew dîrokê jî ji çavkaniyên Îngiliz û biyaniyan fêr dibin.”

Di twîtteke din a xwe de Yildiz Tilbe li hemberî rêberên Kurd dilovaniya xwe nîşan da û got: “Ez ji Seyîd Riza û Şêx Seîd û gelek ewliyayên din hez dikim. Ez dê ji we bipirsim. Hûn jî dixwazin ji kê hez bikin bikin.”

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê