YEyê bikaranîna vaksîna Pfizer/BioNTechê pesend kir

.

Komîsyona Yekitiya Ewropayê(YE), ji bo bikaranîna vaksîna Pfizer/BioNTechê destûr daye Ajansa Dermanan ya Ewropayê. Piştî destûr dayînê dê li welatên YEyê dest bi belavkirina vaksînê bikin.

Komîsyona Yekitiya Ewropayê(YE), ji bo bikaranîna vaksîna Pfizer/BioNTechê destûr daye Ajansa Dermanan ya Ewropayê(EMA). Piştî destûr dayînê dê li welatên YEyê dest bi belavkirina vaksînê bikin.

Li gorî nûçeya Euronewsê, Ûrsûla von der Leyen, Seroka Komîsyona YEyê derbarê mijarê de daxuyanî daye û gotiye, piştî biryara EMAyê û bi destûr dayîna Komîsyona YEyê vaksînên Pfîzerê yên ku di tesîsên Belçîkayê de tên çêkirin wê di nava çend rojan de li welatên Ewropayê bên belavkirin.

Von der Leyenê diyar kiriye ku di 27, 28 û 29ê Kanûna Pêşiyê de li hemû welatên YEyê wê bikaranîna vaksînê were destpêkirin.

EMAyê îro pesend kiriye
Komîteya Berhemên Tibbî û Beşerî(CHMP) ya Ajansa Dermanan ya Ewropayê(EMA), vaksîna Covîd-19ê ya bi navê "BNT162b2" ya ku şîrketa Pfîzerê ya DYAyê û BioNTecha Almanyayê bi hev re çêkiribûn, ji bo li YEyê were bikaranîn pesend kiriye

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê