Yekemîn pêşangeha navnetewî ya pirtûkan li Silêmanîyê tê vekirin

Yekem pêşangeha navnetewî ya pirtûkan li Silêmanîyê, dê 10 rojan berdewam be û li gel wê dê pêşangehê de hin çalakîyên çandî, hunerî û wêjeyî û semîner birêve biçin.

Navenda Nûçeyan- Îro 14.11.2019ê bi boneya 235.mîn salvegera damezrandina bajarê Silêmanîyê şîrketa Agles Alaeyl bi alîkarîya odeya bazirganî û pîşesazîya Silêmanîyê, yekem pêşangeha navnetewî ya pirtûkan bi dirûşmê ‘’Pirtûk Ronahîya Jîyanê ye’’ vedike.

Yekemin pêşangeha navnetewî ya pirtûkan a Silêmanîyê, îro demjimêr 10:00ê bi merasîmekî amadebûna nivîskar û rewşenbîrên civakî ya Taslûce ya ser bi nahyeya Bekreco ya nêzîk Silêmanîyê ve tê vekirin.

Di pêşangehê de zêdetir ji 180 navendên çap û weşanxaneyên pirtûkên li herêma Kurdistan, Iraq, Rojhilatê Kurdistanê, Îran û welatên erebî bi sedan navnîşanên nû yên pirtûkan ve beşdarî dikin.

Yekem pêşangeha navnetewî ya pirtûkan li Silêmanîyê, dê 10 rojan berdewam be û li gel wê dê pêşangehê de hin çalakîyên çandî, hunerî û wêjeyî û semîner birêve biçin.

Çavkanî: Basnews

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?