Xelkê Dêrsimê ji tirsa nêçîrê dibin zêrevanên pezkoviyan

.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, xelkê gundên bajarokê Pilemûriye bo parastina pezkoviyên navçeya xwe û nehêlin nêçîra wan bê kirin zêrevaniyê dikin.

Li sînorê bajarokê Pilemûriye ya Dêrsimê çend hefte ye diyardeya nêçîra pezkoviyan serî hildaye  ku bi fermi nêçîra wan qedexe ye. Xelkê wê navçeyê zêdeyî 10 roj e zêrevaniyê dikin daku nehêlin pezkovî ji aliyê nêçîrvanên neyasayî ve bên kuştin.

Çend hefteyên borî li parêzgeha Dêrsimê 6 kes bi tohmeta nêçîra pezkoviyan hatoin desteserkirin. Her yek ji wan bi 167 hezar û 42 lîreyan hatin cezakirin. Dêrsimî ku piraniya wan Kurdên Elewî ne, dijî nêçîra pez koviyan in ku bi baweriya wan ajeleke pîroz e.

Destpêka vê mehê aliyên peywendîdar “mohleta demkî” dabûn karsazekî Amerîkî bo nêçîrkirina pezkoviyekê û ev yek jî bûbû sedema nerazîbûnan. Serokê Şaredariya Dêrsimê û bajarokên wê parêzgehê kom bûn û nerazîbûna xwe li himber biryarê pêşan dan.

Li aliyê din Rêveberiya Şaxa Dêrsimê ya Parka Niştimanî û Parastina Xwezayê meha Temûza îsal bo nêçîrkirina 17 pezkoviyan îhaleyek ragihand. Lê ji ber karvedana raya giştî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, biryar hilweşand.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!