Xelata Aurora dan aktîvîstê kurd Mîrza Dînnayî

Xelata Mirovahîyê "Aurora" li ser navê ermenîyên ji komkujîyê rizgar bûne tê dayîn. Xelat îsal dan aktîvîstê kurd Mîrza Dînnayî. Xelat hêjayî mîlyon dolarek e.

Navenda Nûçeyan- Îsal 4'emîn car e ev xelat tê dayîn. Aktîvîstê kurd ê êzîdî Mîrza Dînnayî êvara 19'ê mehê bi merasimek mezin ku li Ermenistanê li dar ket xelata xwe girt. Dînnayî Serokê Weqfa Luftbrucke Iraqê ye. Komeleyê piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an heta niha ji bo kurdên êzîdî xebat kirîye. Ji ber vê xebata xwe Dînnayî hêjayî vê xelatê hat dîtin.

Her wiha ji Nîjeryayê avakarê Weqfa Îslama Prowess Zannah Bukar Mustapha, ji Yemenê jî parêzer û aktîvîst Huda Al-Sarari xelata "Hewldana Alîkarîya Mirovî ya Aurora" ku berdêla 50 hezar dolarî ye girtin.

Çavkanî: Dîyarname

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?