Wezîrê Yûnanistanê cara yekem tê Kurdistanê û konsolxaneya welatê xwe vedike

Wezîrê Yûnanistanê cara yekem tê Kurdistanê û konsolxaneya welatê xwe vedike

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias îro 14ê Cotmehê yekem car serdana Herêma Kurdistanê dike û konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê jî veke.

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias îro piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê dike û li Hewlêr bi berpirsên Herêma Kurdistanê re dicive.

Herwiha Wezîrê Derve yê Yûnanistanê, beşdarî merasîma vekirina konsolxaneya welatê xwe ya Hewlêrê dibe.

Dendias beriya serdana Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiyabû û civîneke rojnamevanî ya hevbeş hatibû lidarxistin ku wek hevpeymaneke NATOyê girîngiya pêgeha Yûnanistanê bo Iraq û herêmê hatibû bibîrxistin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?