Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê: Emê tedbîrên Koronayê li ber çavan re derbas bikin

Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, komîteya rûbirûbûna nexweşiya Koronayê dê bicive û tedbîrên li hember Koronayê li ber çavan re derbas bike.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê, dr. Saman Berzencî ji BasNewsê re got, van rojan komîteya rûbirûbûna Koronayê dê bi berpirsên wezaretên pêwendîdar re bicive û li ser şîret û tedbîrên li hember belavbûna Koronayê gotûbêj bike.

Dr. Saman Berzencî her wiha got, vekirina cihên giştî bi şertekî bû ku şîretên tenduristiyê bicîh bînin. Lê mixabin em dibînin tiştekî wisa nîne. Li fermangeh û dezgehên hikûmetê jî beşek ji karmendan û welatiyan şîretên tenduristiyê bicîh nahînin.

Wezîrê tenduristiyê da zanîn, hejmara pêketiyan û miriyên Koronayê roj bi roj zêde dibe û got, heta niha zêdetirî 51 hezar kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û nêzîkî 1900 kes jî bi Koronayê mirine.

Dr. Saman Berzencî hişyarî da û got, eger payîz û zivistanê welatî xwe baş neparêzin mixabin dê rêjeya pêketin û mirina bi Koronayê gelekî zêde bibe û li nexweşxaneyan de jî cih namîne.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê