Wezîrê Pêşmerge: Nebûna Pêşmerge bû sedema erebkirina navçeyên   

.

Demek e erebên hawirde hewl didin zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê ya kerkûkê û bi taybet gundê Pelkanê dagîr bikin.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Ismaîl di konferansek rojnamevanî de ligel Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad de diyar kir, heta dema ku Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bû, karî DAIŞê bişikîne û wan navçeyan biparêze.

Herwiha got: Dema hêzên Pêşmerge li wan navçeyên Kurdistanî nema, DAIŞ careke din li wan navçeyan derket û karê xwe bi awayekî berfireh dike.

Her wiha got: "Eger li wan navçeyan Pêşmerge hebûya, ne DAIŞ û ne jî pirsgirêkên siyasî û civakî yên heyî diman. Herwiha erebkirina wan navçeyan jî niha berfireh nedibûya.

Demek e erebên hawirde bi piştevaniya Parêzgarê Kerkûkê yê sepandî Rakan Cibûrî hewl didin zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê ya kerkûkê û bi taybet gundê Pelkanê dagîr bikin. Li hemberê jî kurdên Pelkanê wê yekê red dikin û berevaniyê di ber gundê xwe de dikin.

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin