Wezîrê navxwe li gel lijneya jenosoîd nasandina tewanên DAIŞê dicive

.

Wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li gel lijneya jenosoîd nasandina tewanên rêxistina terorîst a DAIŞê dicive.

Biryare îro 23.11.2020ê demjimêer 10:00ê wezîrê navxwe Rêber Ehmed li gel lijneya bilind a jenosoîd nasandina tewanên DAIŞê bi amadebûna lijneya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê ve dê li wezareta navxwe bicivin.

Li gor zanyariyan civîn bo amadekariya nasandina tewanên DAIŞê wek jenosoîd ango komkujî li hember xelkê başûrê Kurdistanê bi taybet jî li hember navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

Berî naha jî bi rêya çend lijneyek ve belge û dokument û hûrgilî û daxuyaniyên şahidên bûyeran hatibûn kom kirin û hewl tê dayîn tewanên DAIŞê wek jenosoîd bên nasandin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?