Wezîrê navxwe: Hikûmeta herêma Kurdistanê 2 hezar keçên êzdî rizgar kirine

.

Wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê îro di konferansekî de ragehand, hikûmeta herêma Kurdistanê hewlên zêde dane bo rizgar kirina zûdetirî 2 hezar jin û keçên êzdî ji DAIŞê, lê dîsa jî hîn çarenivîsa bi sedan revandiyên DAIŞê diyar nîne û hewldanên me berdewam dikin.

Wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di konferansa helsengandina 20 sa a biryara taybet derbarê jinan li encûmena asayîşê îro 10.11.2020ê li Hewlêrê got: ‘’Cîhê şermezariyê e îro di sedsala 21ê de behsa revandin û koletiya jinan em bikin. Hikûmeta herêma Kurdistanê hewlên zêde dane bo rizgar kirina zêdetir ji 2 hezar jin û keçên êzdî ji koletiyê, lê hîn çarenivîsa bi sedan kesên din ên revandiyên DAIŞê ne diyare û bêserûşûn in.’’

Rêber Ehmed ji rojnamevanan re got: ‘’Em divê hewl bidin bi hemû hêza xwe ve kar bikin ew jin û keçên bêserûşûn bibînin û vegerînin himbêza civakê û derfeta wekhewiyê bo jin û beşdar kirina wan a ji bo biryaran, dê bibe çand nav civakê de, yekem car nav malbatê de û piştre jî li dibistanan bi wane divê ji wan re bê vegotin.’’

Herwaha got: ‘’Li gor raportên Netewên Yekbûyî beşdariya jinan li danûstandinên fermî yên aştiyê de pir kême, lê hebûna jinan û beşdariya aktîf di wan waran de yek ji mercên herî serekî ye bo bidest anîna aştî û aramiyê bi taybet piştî krîz û bûyerên şer.’’

Rêber Ehmed got, di şerê dijî DAIŞê de jin xwedî roleke aktîf bûn û bandora wan hebû di tekoşîna hember terorîstan de. Jin di xetên pêş de mil bi milê zilaman şer kirin. Nav civakê jî bi berxwedêrî milê xwe dan ber hemû krîzên ji wê demê heta naha li herêma Kurdistanê hene.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê