Wezîrê derve yê Fransayê: Fransa deyndarê qurbaniyên Pêşmerge ye

Wezîrê Derve yê Fransayê pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dike û dibêje, hêvîxwazin bikarin digel Hikûmeta we ji bo bihêzkirina pêwendiyan kar bikin.


 Wezîrê Derve yê Fransayê pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dike û dibêje, hêvîxwazin bikarin digel Hikûmeta we ji bo bihêzkirina pêwendiyan kar bikin.


Wezîrê Derve yê Fransa, Jean-Yves Le Drian di peyamekê de ji bo Mesrûr Barzanî, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûn a wî wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê got, ji dem a ku Kurdistan û hemû Îraq, di pêvajoya aramî û aştîyane ya niştîmanî re derbas dibe, destbikarbûna we qonaxek giring e ji bo herêmê û her wiha li ser rêya asayiş, aramî û jiyaneke xweş e.


Herweha encamdan a rêform û bihêzbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexda, ku dizanim, hûn hemû hewlekê didin, da ku vî karî bi serkeftî bicîh bînin.


Di beşeke din a peyama xwe de Le Drian dibêje, Şêwirmendê Civata Asayişê di dem a herî zehmet ê şerê li dijî DAÎŞê de, we rolek giring di serkeftina dijî hovîtîya  cîhadiyan da. Fransa deyndarê qurbaniyên Pêşmerge ye.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?