Wezareta Tendirustiyê: 33 kesên din bi Koronayê mirine

.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 997 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 33 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 997 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 342 kes li Hewlêrê, 109 kes li Silêmaniyê, 40 kes li Germiyanê, 30 kes li Raperînê, 406 kes li Duhokê û 20 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 33 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 7 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê, 3 kes li Raperînê, 6 kes li Duhokê û 4 kes li Helebceyê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 430 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 104 kes li Hewlêrê, 30 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Germiyanê, 231 kes li Duhokê û 31 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 82.0605

Mirin: 2.616

Başbûn: 50.1680

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?