Wezareta Tendirustiya: 26 kesên di bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya: 26 kesên di bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û d zanîn 26 kesên din bi Koronayê mirine.

Îro roja duşemê 19.10.2020an Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê daxuyaniek belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawî de 1.032 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 249 kes jî baş bûne û 26 kes jî bi Koronayê mirine. 

Herwiha ragihand; 26 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperînê, 4 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê.

Heta niha li seranserî Herêma Kurdistanê 62 hezar û 735 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 37 hezar û 833 nexweş baş bûne û 22 hezar û 715 nexweş di bin tedawiyê de ne û 2.187 kes jî bi Koronayê mirine.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê