Wezareta Rewşenbîrî hunermed Hesen Germiyanî xelat kir!

Di merasîmê de Hesen Germiyanî hin stran gotin. Hesen Germiyanî yek ji dengên resen ê diyar ê navenda hunerî ya mûzîka kurdî ye.

Duh êvari li paytext Hewlêrê, bi amadebûna wezîrê rewşenbîrî û ciwanan Heme Heme Seîd ve, rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî ya Hewlêrê merasîma xelat kirina hunermend Hesen Germiyanî birêve çû û wezîrê rewşenbîrî xelata zêrîn ve hunermend Hesen Germiyanî xelat kir.

Malpera fermî ya wezareta rewşenbîrî û ciwanan ragehand ku merasîma ku xelk jî tê de amadebû li salona rewşenbîrî, xelata wezareta rewşenbîrî û ciwanan a hikûmeta herêma Kurdistanê, sendîkaya hunermendên Kurdistanê û çend rêxistin û saziyên hikûmetê û çandî ve Hesen Germiyanî hat xelat kirin.

Di merasîmê de Hesen Germiyanî hin stran gotin. Hesen Germiyanî yek ji dengên resen ê diyar ê navenda hunerî ya mûzîka kurdî ye.

Hesen Ebdula Mihemed Axa ku wek Hesen Germiyanî tê nas kirin, sala 1945ê de li Qadir Kerem a sînorê Germiyanê ji dayîkbûye. Yekem berhemê strana wî ‘’Xom qurbanî suxmey konî’’ bûye, ku li ser şanoya amadeyî ya Silêmaniyê li gel koma mûzîk a Silêmaniyê hatiye pêşandan.

Hesen Germiyanî ji sala 1997ê ve li derveyî welat jiyana dike û naha jî niştecîhê Norweçê ye.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê