Wezareta navxwe çend biryarekî nû derxistin

.

Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê çend biryarekî nû bo xweparastina ji şewba vîrusa koronayê derxist.

Îro 24.12.2020ê wezareta navxwe bi nivîskî hin biryarên nû yên ji bo xwe parastina ji şewba vîrusa korona derxistin û ragehand, biryar hatiye dayîn geşt kirina hemwelatiyên Iraqê bi rêya deriyên sînorê herêma Kurdistanê ve bo welatên Brîtanya, Başûrê Afrîqa, Australîa, Danîmarka, Holanda, Belçîka, Îran û Japonya hatiye qedexe kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe:

Geşta welatiyên Iraqê bo welatên Brîtanya, Başûrê Efrîqya, Australya, Danîmark, Hollanda, Belçîka, Îran û Japonya tê qedexekirin.

Hatina kesên biyanî ji wan welatên ku navên wan li jor hatine tê qedexekirin, ji bilî hatina şandeyên dîplomasî û fermî.

Welatiyên Iraqî yên ji wan welatan vedigerin, divê 14 rojan bêne kerentînekirin.

Deriyên sînorî yên Hacî Omeran, Başmax, Perwîzxan di rûyê geştiyaran de tên girtin.

Hemû kombûn, konferans û civîn qedexe ne.

Semawend, ahengên şahiyê, çûna ser goran û danîna konên sersaxiyê qedexe ne. Her kesê pabend nebe, bi 2 milyon Dînaran tê cezakirin.

Hemû cihên giştî yên weke bazar, xwaringeh û cihên bazirganî bê danîna maskê, nabe kes bikeve hundir û sîxûr wê bi mîlyonekê were cezakirin. Her kesê pabend nebe, bi 150 hezar Dînar tê cezakirin.

Divê rûniştvanên Herêma Kurdistanê rêkarên xweparêziyê li ber çav bigirin.

Her kesek mask bi kar neyine, bi 20 hezar Dînar tê cezakirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan