Wezareta Derve ya Iraqê êrîşên Tirkiye û Îranê şermezar kir

.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de êrîşên artêşa Tirkiyê û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û serweriya Iraqê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de êrîşên artêşa Tirkiyê û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û serweriya Iraqê şermezar kir.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, êrîşên ku bi ser serweriya Iraqê û deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê de têne kirin, berevajî yasa û peymanên navdewletî ne.

Herwiha hat diyarkirin, hikûmeta Iraqê bi tundî bombebaranên Îranê yên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike û red dike.

Hat destnîşankirin, êrîşên dubare yên hêzên Îran û Tirkiyê bi mûşek û dronan li dijî Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Iraqê û berevajî peyman û yasayên navdewletî ne, herwiha berevajî bingeha mafên cîrantiyê ye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hikûmeta Iraqê tekez kiriye ku axa Iraqê nabe bibe baregeh û rêrewa ziyangihandina bi ti welatên cîran û red dike ku Iraq bibe qada milmilanî û yekalîkirina şerê siyasî yê aliyên derve.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?